'Li dijî êrîşa dewleta Tirk a li penaberan helwesteke xurt divê'

Hevseroka Desteya Karên Civakî ya Kantona Efrînê Arîfe Bekir xwest, nerazîbûn li êrîşên artêşa Tirk ên li dijî kampa Rûbar bê nîşandan.

Hevseroka Desteya Karên Civakî ya Kantona Efrînê Arîfe Bekir destnîşan kir, bêdengiya navneteweyî ya li pêşberî erîşên dewleta Tirk ên li dijî kampa Rûbarê û nedayîna alîkariyê ji bo penaberan, trajediyê girantir dike.

Li Kantona Efrînê, bi qasî 304 hezar penaber hene. Lê ji saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî hema bêjin qet alîkarî nayê kirin. Hêz û raya giştî ya navneteweyî jî, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî kampa Rûbarê ji nedîtî ve tên.

Hevseroka Desteya Karên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Arîfe Bekir, pirsgirêka penaberan a li Efrînê, rewşa penaberan a piştî êrîşên dewleta Tirk ji ajansa me re nirxand.

'ALÎKARÎ JI BO PENABERÊN LI EFRÎNÊ RE NAYÊ DAYÎN'

Arîfe Bekir anî ziman, ji ber ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê nesekiniye, pêla penaberan a ber bi Efrînê, ku herêmeke aram e, dewam dike û got, "Hejmara penaberên niha li Efrînê ne bi qasî 304 hezar e. Û her roj penaberên nû tên. Hin tên malan kirê dikin, hin jî li cem xizmên xwe dimînin. Weke gelê Efrînê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk em hewl didin bersivê bidin pêdiviyên penaberan.

Em li nava malan geriyan û me alîkariyê kom kir. Malbatên me ji xwarina zarokên xwe birîn û alîkarî dan penaberan. Piştre me kampên Rûbar û Şehbayê vekirin. Şert û mercên jiyanê yên li van kampan gelekî giran e. Û derfetên me têrê nakin ku em ji pêdiviyên însanî yên penaberan re bibin bersiv. Tevî ku me gelek caran bang kirine jî, alîkariya ku saziyên alîkariyê şandine tenê têra ji sedî 2 ê pêdiviyên penaberên li Efrînê dike."

'PIRSGIRÊKÊN GIRAN ÊN TENDURISTIYÊ RÛ DIDIN'

Arîfe Bekir bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên penaberan ku yek ji pirsgirêkên bingehîn e û got, "Ji ber kêmaniya derfetan, pirsgirêka xwarinê û germ-sermayê, pirsgirêkên cidî li nava penaberan der dibin. Nexweşên kanserê hene. Lê belê li Efrînê dermanên pêwîst nînin. Gelê Efrînê jî ji vê rewşê mexdûr e, penaber jî. Wekî din li kampên penaberan pirsgirêkeke cidî ya doktor, derman û ambûlansan heye.

Ji ber ku em nikarin bersivê bidin pêdiviyên bingehîn û pirsgirêkên tenduristiyê çareser bikin, mirovên me yên penaber ji neçarî xwe li sînor didin û dixwazin di ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bibin. Bi rêyên qaçax berê xwe didin sînor û li ser sînor jî dewleta Tirk komkujiyê dike."

'ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ TRAJEDÎ GIRANTIR KIR'

Arîfe Bekir bal kişand ser topbaran dewleta Tirk, ku di 1'ê Gulanê de li dijî kampa Rûbarê kir û anî ziman, ev êrîşên dewleta Tirk şert û mercên jiyanê yên penaberan girantir dikin û rê li ber travmayên nû vedikin.

Arîfe Bekir bibîr xist, roja ku dewleta Tirk bombe li kampa Rûbarê barand, li nêzî Deriyê Sînor ê Recim Sîbelî jî, DAIŞ'ê penaber qetil kir û got, "Di êrîşên dewleta Tirk de 4 ji şêniyên kampê birîndar bûn. DAIŞ'ê jî bi dehan penaberên sivîl di xew de qetil kir. Ev yek nîşan dide ku her du êrîş ji aliyê navendekê ve hatine plankirin."

'GUH NADIN BANGÊN ME'

Bekir diyar kir, piştî êrîşên dewleta Tirk wan bang li tevahiya cîhanê, bang li civak û hêzên navneteweyî kirin, lê belê bersiv ji bangên wan re nehate dayîn. Bekir bi dewamî got, "Pirsgirêka penaberiyê mîna pirsgireka heyî ya Sûriyeyê, pirsgirêkeke navneteweyî ye. Me bang li hêz, civak û saziyên alîkariyê yên navneteweyî kirin û gotin, 'Werin Kampa Rûbarê lêkolîn bikin, xisara madî, manewî ya van êrîşan rê li ber vekirine, bi xwe bibînin'. Ji bilî heyetkee Rûs, ti kesî guh neda vê bangê. Bersiv ji me re nehate dayîn."

'EM PÊŞÎ LI VÊ TRAJEDIYÊ BIGIRIN'

Di dawiya axaftina xwe de Arîfe Bekir ev bang kir: "Em careke din ji raya giştî ya cîhanê û civaka navneteweyî re dibêjin. Bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re trajediyeke însanÎ rû da. Pirsgirêka penaberan yek ji aliyên herî giran ê vê trajediyê ye. Êrîşa dewleta Tirk a li dijî Kampa Penaberan a Rûbarê û komkujiya DAIŞ'ê ya li ber deriyê sînor ê Recim Sîlebî kir, ev trajedî girantir kir.

Em destûrê nedin, ku dewleta Tirk li pêş çavên me her roj mirovan bikuje. Bi nerazîbûneke xurt a li dijî dewleta Tirk re dikare pêşî li êrîşên dewleta Tirk û çeteyan ên li dijî mirovên me yên sivîl were girtin. Em erîşên dewleta Tirk bisekinînin û alîkariyê bidin mirovên me yên penaber."