Li dijî deriyên Sêmalka û Xabûrê amadekariya operasyonê tê kirin

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî, ji bo bidestxistina deriyên sînor ên Sêmalka û Xabûrê xwe amade dikin.

Artêşa Iraqê û hêzên wê yên Heşdî Şabî, ji bo deriyê sînor ê Sêmalka yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê û deriyê sînor ê Xabûrê yê navbera Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bi dest bixin, amadekariyan dikin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî wê ji bajarokê Rebîa yê li bakurê Mûsilê bikevin nava liv û tevgerê, di ser sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê re qiyame bibin û bi vî rengî hewl bidin destpêkê deriyê sînor ê Sêmalka, piştre jî deriyê sînor ê Xabûrê bi dest bixin.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî beriya niha li ser mijarê daxuyanî dabû û ji Rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwestibû ku hemû deriyên sînor û balafirgehên kontrol dike, radestî wan bike.

Medya Iraqê radigihîne, ku hikumeta navendî ya Iraqê dem daye hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo karmendên hikumeta navendî li deriyên sînor bi cih bike.

Tê gotin, ku hikumeta navendî 12 saet dem daye hikumeta Başûrê Kurdistanê ku hemû deriyên sînor radest bike. Hat ragihandin, eger hikumeta Başûrê Kurdistanê vê qebûl neke wê dest bi operasyona leşkerî bikin.

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî ji bo êrîşê bikin li bajarokê Rebîayê gelek tank û wesayitên leşkerî bi cih kirine. Medya PDK'ê jî diyar kir, ku li nehiya Mehmûdiyê ya li nêzî Rebîayê, di navbera hêzên Pêşmerge û Heşdî Şabî de şer derketiye.

Beriya referandûmê, artêşa Tirk û artêşa Iraqê li aliyê Tirkiyeyê dest bi tetbîqata hevpar kiribûn û Tirkiyeyê îdîa kiribû ku wê weke alternatîfa deriyê sînor ê Xabûrê, li Ovakoyê deriyekî nû yê sînor bê vekirin.

Artêşa Iraqê jî derfetê dide ku ji bajarokê Rebîa, di ser sînorê Rojava re heta Bakurê Kurdistanê projeya Ovakoyê bi cih bê anîn.

Balkêş e ku Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî wê sibe biçe Tirkiyeyê û bi Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim re rûnê.