Li dibistanên Mexmûrê betlaneya nîvê salê destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi hezaran xwendekar bi kelecan û coşek mezin karnameyên xwe wergirtin û ketin betlaneya nîvê salê.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran xwendevan bi dawîbûna dema yek ya sala xwendinê ya 2023-2024’an bi kelecan û kêfxweşiyek mezin karnameyên xwe wergirtin.

Li dibistana Navîn a Şehîd Jiyan bi kombûna hemû xwendevan û mamostayan ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û sirûda netewî hat xwendin.

Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê Mamoste Beşîr Gabarî axivî û got: “Em di serî de we tevan pîroz dikin û di pêşeroja we de serkeftinê dixwazin. Xwendin û perwerde, erkê her mirovê ye. Ji ber ku mirov bi xwendinê pêş dikeve û civaka xwe diparêze. Ji bo ku zimanê Kurdî winda bibe, ev bi sedan sale êriş û bişaftinek heye. Lê nekarîn vê zimanê qedîm winda bikin. Zarokên Mexmûrê pir bi şansin ku zimanê xwe dixwînin. Bi milyonan Kurd, bi hesreta ku rojekî zimanê xwe bixwînin, dijîn. Em bi xwendinê pêşeroja xwe dibinin û li çand û exlaqê xwe xwedî derdikevin. Divê timî di jiyana mirov de xwendin hebe. Temenê xwendin û perwerdê nîne. Gerîlayên azadiyê ji bo ku em jiyanek azad bijîn û bi azadî zimanê xwe bixwînin, canê xwe dikin mertal. Divê em bibin layiqê keda wan.”

Piştî wî li ser navê her sê meclisên wargehê dayîka du şehîdan Taybet Mijinî serkeftin ji xwendevan û mamosteyan re xwest û wiha axivî: “Em gelek spasiya mamostayên xwe dikin ku kedek mezin didin. Ji bo me Kurdan tişta herî pêwîst perwerde ye. Ji ber ku dîroka me tê tûnekirin û divê em vê dîrokê nedin ji bîr kirin. Ji tevahî xwendevanan re serkeftin be û destê mamostayên me saxbe.”

Piştî axaftinan, xwendevana bi kelecanekî mezin karnameyên xwe wergirtin.