Li Dersimê operasyon û şer

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî êrîşên qirker ên Tirk û şer daxuyaniya niviskî da.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

''14-25'ê Îlonê artêşa TC'ê ya dagirker li qadên Mêrga Çepera, Şehîd Cafer û Mervanî yên bi ser Dersim navendê ve operasyon daye destpêkirin. Artêşa TC'ê ya dagirker ku erazî seh kirî heeman rojê bê ku encamekê bistîne vekişiyaye.

24'ê Hezîranê li geliya Harçik a bi ser navenda Dersimê de di navbeyna hêzên me û artêşa TC'ê ya dagirker de şer derketiye. Di vî şerî de 2 hevrêyên me yên ku derbên giran li yekîneyên dijmin dane, heta bi guleya xwe ya dawî bi lehengî şer kirine û şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd piştre bi raya giştî re wê were parvekirin.

29'ê Îlonê artêşa TC'ê ya dagirker qada Beşa û derdora gundê Şûx a Zezxêr a Sêrtê bi balafiran bombe kirine. Derbarê bombebaranê dema ku agahiyên berfireh hatin bidestxistin bi raya giştî re wê werin parvekirin.

4'ê Cotmehê di navbeyna saet 11.00 û 18.00'an de balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker ji Qadên Parastinê yên Medyayê, gundê Çemrobotkî yê herêma Garê,  qada Deşta Nehlê û qada Werxelê ya herêma Avaşînê bombe kirine.

Di van bombebaranan de ti windahiyên me çênebûne, li qadên daristanî şewat derketiye.''