Li Dêrsimê ji ber vîrusê gundek xistin karantînayê

Ji ber ku di 2 kesan de vîrusa koronayê hatiye tespîtkirin gundê Riçik ê Mêzgira Dêrsimê xistin karantînayê.

Li gundê Riçika Mêzgira Dêrsimê ya ku 64 kes lê dijîn, ji ber ku di 2 kesan de vîrus hate tespîtkirin, gund xistin karantînayê. Hate diyarkirin ku ev her du kes ji Stenbolê hatine.

Hate diyarkirin H.D’yê ku li Edeneyê dijî çû Stenbolê dê û birayê xwe 15 roj berê anî gund. H.D. 4 roj berê nexweş ket û bi ambûlansê ew rakirin nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku vîrus di vî kesî de hatiye tespîtkirin. Piştre 4 endamên malê jî birin nexweşxaneyê û gund xistin karantînayê. Ketin û derketina gund hatiye qedexekirin.