Li Dersimê 2 kes hatin binçavkirin

Ji kesên duh li Dersimê hatibûn binçavkirin, Nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasî Ertan Çîta û rêveberê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Alî Yildiz hatin girtin.

Duh li Dersimê polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin. Nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasî ya Dersimê Ertan Çîta, rêveberên Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan, Alî Yildiz, Yaprak Kurban, Kazim Tosun û li Stenbolê Tuba Apaydin û Arzu Ozdemîr binçav kirin, îro îfadeya wan hatin girtin.

Rêveberê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Alî Yildiz, rojnameger Ertan Çîta û Yaprak Kurban ên ku sewqî edliyeyê hatibûn kirin, îfade dan. Piştî îfadeyê Yildiz û Çîta bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” û “Darayiyê dane rêxistinê” hatin girtin. Yaprak Kurban bi kontrola edlî serbest hat berdan. Tê payîn ku îfadeyên din jî îro û sibe berdewam bike.