Li Dersim û Zapê êrîşa hewayî
HPG'ê diyar kir, ji ber operasyon û bomberdûmana artêşa Tirk a li Dersimê gerîlayek şehîd bûye.
HPG'ê diyar kir, ji ber operasyon û bomberdûmana artêşa Tirk a li Dersimê gerîlayek şehîd bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
"26'ê Tebaxê saet 04:30'î balafirên şer û helîkopterên bi tîpa kobra yên artêşa TC a dagirker bombe li qada Avkasor a navenda Dersimê barandin. Hêzên dagirker piştî bomberdûmanê li herêmê dest bi operasyonê kirin. Heman rojê saet 12'an operasyon qediya. Ji ber bomberdûmanê hevalê me Gabar şehîd bû.
Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye:
![]() |
Nasnav: Gabar Cûdî Nav paşnav: Mehmet Kuçuk Şîmşek Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Farma Karar - Şefîk Dem û cihê şehadetê: 26'ê Tebaxa 2018'an / Dersim |
30'ê Tebaxê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Şikefta Birîndaran a Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derket."