Li Dêrsim û Rihayê 2 kes hatin girtin, 2 kes jî hatin destgîrkirin

Li Dêrsim û Rihayê 2 kes hatin girtin, 2 kes jî hatin destgîrkirin

DÊRSIM

Operasyona qirkirina siyasî ya li ser rêveberên HDP’ê îro jî domiya. Endamê Meclîsa Partiyê Ferhat Yildiz îro di têketina bajêr de hate destgîrkirin.

Li Mêzgira Dêrsimê jî Zekî Can û Alî Nezîp Înecîk ên ku roja Sêşemê di serdegirtina malê de hatibûn destgîrkirin, bi hinceta ku ‘alîkarî dane rêxistinê’ hatin girtin.

Hate diyarkirin ku rêvebera EMEP’ê ya Mêzgirê Pakîze Aydin û rêveberê HDP’ê yê Mêzgirê Celal Aydin jî wê sibê îfadeyên wan were stendin.

RIHA

Li gundê Gola Eyşo ya girêdayî navçeya Siwêregê ya Rihayê cendirmeyan bi ser malekê de girt û piştî lêgerîna li malê welatî Cengîz Sariçîçek bi hênceta parvekirinên medya civakî destgîr kirin. Birayên Sariçîçek, Mahmût û Cîhan Sariçîçek li dijî destgîrkirinê derketin. Cendirmeyan li her du birayan dan û hat zanîn ku laşê wan reş û şîn bûye.