Li Dêrika Çiyayê Mazî 12 kes hatin destgîrkirin

Li Dêrika Çiyayê Mazî vê sibehê piştî ‘qedexeya derketina derve’ 12 kes hatin destgîrkirin. Gundiyan diyar kirin ku ew nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin.

Li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê vê sibehê li taxên Erbete, Simaqî, Bizdoxan û Qindefiyê ‘qedexeya derketina derve’ hatibû îlankirin.

Piştî ‘qedexeya derketina derve’ leşker ketin malan û mirov destgîr kirin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, heta niha Yûsûf Temel û kurê wî Şêyhmûs Temel, Abdurahman Temel, Îbrahîm Temel, Mahmût Temel, Seyît Savci, Bedîrhan Savci, Enver Demlî, M. Nezîr Demlî, Tahîr Adal, Mehmet Bîlgen û Mehmed Siddik Aksak hatine destgîrkirin. Nehate diyarkirin ku ev kesên hatine destgîrkirin, ew birine ku derê.

Hate ragihandin ku li taxên din jî heta niha kes nehatine destgîrkirin lê gundiyên li herêmê nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin.