Li daristana di navbera Lice-Dara Hênê de şewat derket

Di navbera Qereqola Abali ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê û Qereqola Tapantepe ya navçeya Dara Hênê ya Çewligê de li 10 deverên cuda bi şewat derket. Leşker rê nadin ku welatî agir vemirînin.

Ji ber şewatê li ser rêya Çewlig-Amedê duxan belav bû û hat ragihandin dema gundiyan xwestiye midaxileyî şewatê bikin qereqolê nehiştiye. Hat diyarkirin ku her diçe agir berbelav dibe.

Di navbera Qereqola Abali ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê û Qereqola Tapantepe ya navçeya Dara Hênê ya Çewligê de li 10 deverên cuda bi awayeke hemwext şewat derket.Ji ber şewatê li ser rêya Amed-Çewligê ji her alî ve dû bilind dibe, hate ragihandin ku ji her du qereqolan ve rê nayê dayîn ku gundiyên ku dixwazin agir vemirînin. Her ku diçe şewat geş û belav dibe.