'Li dadgehê dijîm, li nifûsê mirî me'

Murat Aladag ku heftiya bihurî dadgehê 12 sal cezayê hepsê jê re xwest, ji bo ku hesab veke çû benqê lê li benqê û rêveberiya nifûsê bi sedema ku 'mirî' ye, nikarî hesab veke.

Çîroka nivîskarê Tirk Azîz Nesîn a ''Ne dijî ne jî najî'' li Wanê bû rastî. Murat Aladag ê ku li Wanê dijî heftiya bihurî di dozekê de ku ji ''endamtiya rêxistinê'' dihate darizandin, dozger cezayê giran jê re xwest. Aladag ê ku danişîna wî taloq bûyî, piştî danişînê vegeriya ser jiyana xwe ya rojane û çû benqeyê, xwest ku hesab veke. Lê rayearên benqeyê ji Aladag re gotin ew nikare hesab veke.

Aladag dema ku sedema wê pirsî, jê re gotin,''Di qeydan de tu mirî yî''. Aladag ê ku ji bo bibêje ''ez dijîm'' serî li Rêveberiya Nifûsê dayî û nivîseke derbarê ku ew dijî bistîne çûyî Rêveberiya Nifûsê ya Wanê li vir jî jê re gotin, ''Ji bo rojanekirinê arîşe hene. Hûn li qeydan mirî xuya dikin''.

Midûriyeta Nifûsê ya ku srboriya xwe gotî, dema ku jê re gotin, ''ispat bike ku tu dijî'' hemû maliyan dibe Midûriyeta Nifûsê û ispat dike ku dijî. Midûriyeta Nifûsê,  ser daxuyaniyên maliyan agahiyên nifûsê yên Aladag nû kir û derbasî qeydan kir.

Aladag têkilî mijarê got heftiya bihurî 12 sal ceza jê re hatiye xwestin, li benqê jê re gotine ew mirî ye û got, ''Ez dijîm an mirî me bila biryarekê bidin. Têkilî mijarê ez ê serî li saziyên hiqûqî bidim. ''