Li Colemêrgê esnaf neçar dimînin dikanên xwe bigirin

Qeyrana aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê ya ji ber polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP-MHP’ê zêde bûye, dibe sedem ku esnafên Colemêrgê êdî nikarin kar bikin. Ji ber qeyrana aborî hin esnaf ji bo kirêya xwe bidin krediyê dikşînin.

Qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê bandoreke neyînî li jiyana welatiyan dike. Ji ber qeyranê bi rojanê bihayê tiştên bingehîn tên zêdekirin. Welê hat ku esnaf nikare kar bike. Li Colemêrgê ku nifûsa wê 300 hezar e, ji sedî 80’ê gel bêkar û xizan in. Li gel ku deriyên sînor jî hene, ji ber qedexe û kotaya berheman li bajêr bazirganî nayê kirin. Ji sedî 80’ê esnafên Colemêrgê ji ber qeyrana aborî neçar man dest ji karên xwe berdin. Ji ber qeyrana aborî hin esnaf ji ber kirêya xwe bidin krediyê dikşînin, hin jî neçar dimînin ku berhemên xwe bi zerar bifiroşin.

Serhat Akbûlût ê ku 20 sal in li Colemêrgê esnaf e, anî ziman ku berhema ku îro dikirin roja din nikarin bi heman bihayî bikirin. Akbûlût diyar kir ku ew berhemên di destê xwe de bi erzantir û bi zerar difiroşin û diyar kir ku sedema vê bihabûnê jî qeyrana aborî ye.

‘EM NEÇAR IN DIKANÊN XWE BIGRIN’

Akbûlût got: “Ji ber bihabûna sotemeniyê em nikarin tiştekî bikirin. Îro li welêt nirxê 10 TL bûye 1 TL. Ev qeyrana aborî bi taybet bandor li me gel û esnafên Colemêrgê kir. Mirov bêkar man. Ji ber qeyranê ji sedî 80’ê gel neçar man dikanên xwe bigirin. Esnafên mayî jî êdî nikarin kirê xwe jî bidin. Ji ber qeyrana aborî û bihabûna tiştan welê bû ku em nikarin êdî kar bikin, neçar dimînin berhemên di destê xwe de jî bi zerer bifiroşin.”

‘JI BER BIHABÛNÊ EM NIKARIN BERHEMÊN XWE BIFIROŞIN’

Buşra Seven a 3 sal in karê kozmetîkê dike, diyar kir ku ji ber bihaya berhemên ku difirotin gelekî zêde bûye, êdî zehmetî dikşînin ku berhemên nû bikirin. Seven got ku ji ber buhabûnê nikarin berhemên di destê xwe de bifiroşin û wiha got: “Xelkê nirxê berheman dipirsin, lê ji ber buhabûnê nikarin bikirin. Ji ber ku em nikarin kar bikin, ez nikarim kirêya xwe bidim. Ez neçar man ji bo kirêya xwe bidim krediyê bikşînim.”

‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’

Esnaf Hêlîn Bor jî zehmetiyên ku pê re rûbirû dimînin wiha anî ziman: “Ez 8 sal in esnaftiyê dikim. Hin car kar heye, hin car jî em nikarin kar bikin. Ji ber ku em nikarin kar bikin, em nikarin kirêya xwe bidin û debara mala xwe jî bikin. Di sala dawî de gelek hevalên me neçar man dikanên xwe bigirin. Ji ber ku em nikarin berhemên di dikana xwe de bifiroşin, di destê me de mane. Em li ber îflasê ne.”