Li Colemêrgê daristan tên şewitandin

Di navbera gundên Keha Hemzo û Harê yên Colemêrgê de ji ber êrîşên dewletê agir bi daristanê ket. Tefandina agir jî tê astengkirin.

Li qadên Xwarê Maqorkê, Navdeşt û Rêhla Hirça yên di navbera gundên Keha Hemzo û Harê yên Colemêrgê de ji ber bomberdûmanê agir bi daristanê ket. Ji ber ku ev der ‘Herêma Ewlehiyê ya Taybet’ e destûr nayê dayîn ku kes agir bitefîne û hate diyarkirin ku şewata li herêmê berfirehtir dibe.

Hemwelatiyekî ku nexwest navê xwe bide ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got ku, “Şewata li herêmê berfirehtir dibe. Dewlet destûrê nade ku em biçin qada ku agir pê ketiye û dewlet bi xwe jî şewatê natefîne. Li vê derê bi sedan dar û zindî ji ber agir diqelin. Divê ev şewat demildest were tefandin. Heke agir neyê tefandin ew ê qadeke berfirehtir bide ber xwe.”