Li Colemêrgê 30 roj qedexe hate îlankirin
Walîtiya Colemêrgê li bajar di nava 30 rojan de daxuyaniyên çapemeniyê, kon vedan, vekirina standan, çalakiya rûniştinê û çalakiyên din qedexe kir.
Walîtiya Colemêrgê li bajar di nava 30 rojan de daxuyaniyên çapemeniyê, kon vedan, vekirina standan, çalakiya rûniştinê û çalakiyên din qedexe kir.
Walîtiya Colemêrgê ragihand ku di nava 30 rojan de li bajar daxuyaniyên çapemeniyê, merasîmên sazî û desteyên kamû, pîrozbahî, pêşwazîkirin, oxirkirin, kon vedan, vekirina standan, çalakiya rûniştinê û çalakiyên din hatine qedexekirin.
Walîtiyê diyar kir ku hemû çalakiyên bê kirin bi destûra walîtiyê ve hatiye girêdan.