Li Colemêrg û Şirnexê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG'ê li Colemêrg û Şirnexê li leşkerên Tirk dan. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Şirnexê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li Colemêrgê hêzên me rojên 29 û 30'ê Cotmehê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 30'ê Cotmehê (îro) saet di 08:40 de, hêzên me yên YJA Starê li çeperên dijmin ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê xistin. Di vê çalakiyê de derbên xurt li çeperên dijmin ketin, lê hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Îro saet di 09:00 de, li navçeya Gever a Colemêrgê hêzên me li dijî komek ji leşkeran ku bi ewlekariya rêya ber bi girê Elîşêr ve dikir, çalakiyek pêk anîn. Bi qasî ku hate tespîtkirin, ji vê yekîneya dijmin 3 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan bombe li herêmê barandin û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakirin.

29'ê Cotmehê saet di 13:30 de, hêzên me li qereqola Deştanê ya Çelê li wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî xistin. Di encamê de wesayit hate rûxandin û 2 jê giran 5 leşker birîndar bûn.

Heman rojê saet di 14:30 de hêzên me yên YJA Starê li dijî qereqola Girê ya navçeya Çelê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de derb li qereqolê û stargehên dijmin ên li vir hate xistin û şewat li avahiya qereqolê derket.

LI QILABANÊ BI ÇEKÊN GIRAN ÇALAKÎ HATE KIRIN

Roja 29'ê Cotmehê, saet di navbera 13:00-14:00 de hêzên me bi çekên giran li qereqola Tepê Yekmal a li navçeya Qilaban a Şirnexê dan. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

ÇALAKIYA LI ŞIRNEXÊ

29'ê Cotmehê, artêşa TC a dagirker li herêma gundê avkamasiya ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de heman rojê saet di 17:10 de li girê Ziyaretê li yekîneyek operasyonê xistin. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Operasyon heman rojê bi rengekî binketî qediya."