Li Cizîrê terora dewletê: 5 kes hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî ya li C izîrê de bi kêmanî 5 kes hatin destgîrkirin. Di nava kesên hatine destgîrkirin de hevşaredarê berê Aydin Budak jî heye.

Her ku hilbijartin nêz dibe rejîma AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd zêde dike.

Di saetên direngî yên şevê de li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsan avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinê de namzetê Meclîsa Giştî ya HDP’ê Alî Akdenîz, hevşaredarê berê yê Cizîrê Aydin Bûdak jî di nav de Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê Huseyîn Yîgît, Abdurahîm Ûgan û Mûstefa Çomlek hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin, Midûryeta Emniyetê.

Hate ragihandin ku dibe hejmara kesên hatine destgîrkirin zêde bibin.