Li Cizîrê tecrîd hate şermezarkirin: Bibîn dengê girtiyan

Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr a di panela li Cizîrê li ser tecrîdê hate dayîn de axivî got: “ Sekna Birêz Ocalan û têkoşîna gelê Kurd a li dijî komployê, komploger vala derxist.” Îmîr banga xwedîderketinê li berxwedana girtiyan kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê di çarçoveya kampanya ‘Ji bo Jinan edalet’ li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana zindanan panelek lidar xistin. Panel li salona avahiya Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê pêk aht. Li gel Parlemenetera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêveberên navçe û bajar, gelek kes tevlî bûn.

Li salona panel lê hate dayîn pankarta bi nivîsa ‘Em Tecrîdê Dişkînin, Jiyana Azad Ava Dikin û Nirxan Diparêzin’ hate hildan.

Îmîr a komploya navneteweyî şermezar kir got: “Komploya li ser Birêz Ocalan heman demê komploya li ser gelê Kurd e. Di şexsê Ocalan de xwestin siberoja Rojhilata Navîn tarî bikin. Lê Birêz Ocalan tarîtiya dixwestin li Rojhilata Navîn pêk bînin, vala derxist. Ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn wê jiyaneke demokratîk çawa bê avakirin, manîfesto amade kir. Sekna Birêz Ocalan û têkoşîna gelê Kurd a li dijî komployê, komploger vala derxist.”

Îmîr bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînên li girtîgehan û wiha nirxand: “Polîtîkayên tinekirina gelê Kurd hê jî didomin. Hemû polîtîkayên qirêj li ser Rojhilata Navîn tên pêkanîn. Bi taybet li Kurdistanê dixwazin polîtîkayên şer ên taybet pêk bînin. Li dijî tecrîdê li gelek girtîgehan grev hatine destpêkirin. Ev çalakî bi pêşengtiya girtiyên jin de didome. Ji bo daxwazên girtiyan bên pêkanîn, em ên ji derve divê bibin dengê wan. Dema ku me deng derxist û têkoşîn kir, wê demê wê tecrîd rabe. Qadên jiyanê bikin qadên têkoşînê. Xwedî li girtiyan derkevin.”

Piştî axaftinan û şûnde panel ‘bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Zindana’ bi dawî bû.