Li Cizîrê helwesta vîrûsa koronayê

Rayedarên HDP'ê û DBP'ê li Cizîrê ku pêketiyên Covîd-19'ê zêde bûne bang li gel kirin ku ew xwe biparêzin.

HDP û DBP’ê li navçeya Cizîrê ku vîrûsa koronayê belav bûye daxuyanî da û bang li xelkê Cizîrê kirin ku bi baldarî tevbigerin. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî got AKP li şûna tenduristiya xelkê biparêze lê xelkê dikuje û li dijî koronayê hişyarî da xelkê Cizîrê. 
 
Piştî "pêvajoya asayî " ya ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve di 2'yê hezîranê de hat ragihandin, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê vîrûsa korona (Covîd-19) belav dibe û hejmara pêketiyan zêde dibe. Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê ji bo balê bikişînin ser rewşa berbelavbûna koronayê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Şirnexê û navçeyên wê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Deng Bide Cizîrê" hat vekirin.
 
Hevseroka Rêxistina HDP’a Cizîrê Gûler Tûnç daxuyanî da. Tûnç bang li gelê Cizîrê kir ku di vê pêvajoyê de bi baldarî tevbigerin û got: "Li gel pêvajoya pandemiyê helwesta hikûmetê li herêmê pêşiya pirsgirîkên  civakî vekirin. Ev rêbaze di heman demê de bu sedemê zêdebûn û belavbûna nexweşiyê. '' 

‘AKP HÊLA COVÎD-19'Ê JI XWE RE KIR FIRSEND’ 
 
Pîştî Tûnç, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz jî axivî û diyar kir ku li gel pêvajoya “asayîbûnê” li hemû bajarên Tirkiyê nexweşî zêde bûye û wiha got: “Bi destpêkirina pêvajoya pandemiyê re desthilata AKP'ê ji bo ku aboriya wan têk neçe, tedbîr negirt û nexweşî zêde bû.'' 
 
Aydenîz da zanîn ku  desthila vê pêvajoyê  ji xwe re vediguherîne firsendê û wiha dom kir: "Desthilata AKP'ê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriya û nehişt ku civak xwe biparêze. Me wekî saziyên demokrasiyê û yên sivîl xwest ku gel şiyar bikin,  lê li hemberî vê tim û tim astengiyan dan pêşiya me."
 
‘DIXWAZIN  KOMKUJIYÊ PÊK BÎNIN’ 
 
Akdenîz bi bîr xist ku li Cizîrê beriya pêvajoya “asayîbûnê” nexweşî ewqas belav nebûbû û got: “Di bin navê asayîbûnê de xwestin asayîbûna xwe pêk bînin. Gelê Cizîrê heta roja îro li hember faşîzmê û dîktatoriyê tim li ber xwe daye û xwe parastiye. Ji ber vî jî divê gelê Cizîrê hewceyî desthilatê nebe û bi xwe parastina xwe pêk bînin. Çawa ku gelê Cizîrê her dem li dijî desthilatê bi xwe biryar girt û li ber xwe da, bila li dijî vê nexweşiyê jî xwe baş biparêz e. Dixwazin bi hêla Covîd-19'ê  komkûjiyê pêk bînin. Belê gelê me çi biryarê bigire em ê li gel wan bin. Vîrûsa koronayê me nakuje lê faşîzm me dikuje. Bila gelê me xwe baş biparêze û tedbîrên xwe bigire."