Li Cizîrê agir hate dadan, ji bo 21'ê Adarê bang hate kirin

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Cizîrê, agir dada û dest bi pîrozbahiyên îsal ên Newrozê kir. Komîteyê xelkê navçeyê vexwend pîrozbahiya 21'ê Adarê.

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Cizîrê li hewşa rêxistina HDP'ê ya Cizîrê daxuyaniyek da.

Di dema daxuyaniyê de parlamenterên HDP'ê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş jî di nav de gelek kes amade bûn.

Endama komîteyê Zîlan Ecevît ragihand ku ji bo pîrozkirina Newrozê wan serî lê dane ku li taxa Konakê 21'ê Adarê saet di navbera 10:00-16:00 de pêk were.

Ecevît got, "Roja avakirina biratiya gelan, avakirina jiyana bi hev re ye. Gel her sal Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo pîrozbahiya Newrozê banga tevlîbûnê hate kirin û agirê Newrozê hate dadan.