Li çiyê mirovên biçûk nînin: Nûrhak Sîser

Nûrhak Sîser heta sala 2017'an dema şehadetê bû "tirsa dilê dijmin". Bi biryardarî, danhevî û taybetmendiya xwe ya heneko di hişê mirovan de ma.

Her ku hewl didin cewhera mirovahiyê û civakîbûnê tine bikin, lêgerîna li cewherê mezintir dibe. Yên ku ji bo mirovahiyê li vê cewherê digerin, berê xwe didin navenda wê yanî çiyê. Her ku xwe digihînin çiyê destpêkê xwe nas dikin. Bi eşq û baweriyeke mezin dest bi lêgerîna li cewhera jiyanê dikin. Her ku têdikoşin fêhm dikin ku jiyan û têkoşîna wan bi xwe cewher e.

'PIŞTÎ KU BI KÊMANIYEKE MEZIN HESIYA...'

Nûrhak Sîser (Mehmet Bakir Başboga) di sala 1988'an de li Bedlîsê li nava malbateke welatparêz mezin bû.

Sîser di sala 2009'an de ji Aydinê berê xwe da nava refên gerîla. Bi vî rengî qala tevlîbûn û armanca xwe dikir:

"Demeke dirêj ez di nava sîstemê de mam, tevî ku derfet û şert û mercên jiyaneke rehet ji bo min hebû jî, bala min nedikişand. Pê dihesiyam ku tiştekî gelekî mezin kêm e. Ji bo bibim bersiv ji rewşa gelê xwe re tevlî nava refên gerîla bûm. Ji bo li cewhera xaka xwe, gelê xwe vegerim min berê xwe da qadên têkoşînê. Ji ber ku min xwe deyndarê Rêbertî û şehîdan dît, tevlî bûm û dilsoziya bi van nirxan jî bi meşa li ser rêya wan dibû."

'LI ÇIYÊ MIROVÊ BIÇÛK NÎNIN'

Qala serpêhatiya xwe ya li çiyê kir:

"Piştî ku min xwe gihand çiyê bêguman rewş gelekî cuda bû. Mirov cewher, jiyana azad a li çiyê di kûrahiya ruh û hestên xwe de dijîn. Ev çiya bi îdeolojiya Rêber Apo û hevrêtiyê hîn bedewtir dibe. Min baş fêhm kir ku li van çiyayan mirovên biçûk nînin û cih ji mirovên biçûk re nîne. Mirovên van çiyayan hîs dikin û bi çiyê re dijîn biçûk nabe. Ji ber ku ev çiya mirovan her tim mezin dike. Her ku li çiyayên bi heybet ên li derdora xwe dinerim, mîna ku ji nû ve ji xew hişyar bûme li min tê. Her ku li çiyê dinerim, dibînim ku coşa min a destpêkê her dewam dike, eşq û kelecana min a li çiyê mezintir dibe. Armanca min lêgerîna li cewherê bû. Dikarim bêjim ku min li çiyê cewher dît, cewhera jiyanê dît. Bi îdeolojiya Rêbertî û hêza çiyê min cewhera bi xwe re dît."

LI SER SERÊ CÎLO

Sîser piştî ku xwe gihand çiyê ji her alî ve xwe perwerde kir. Herî dawî piştî ku perwerdeya sabotajê dît di sala 2013'an de derbasî eyaleta Cîlo ya Zagrosan bû. Serbilindî û dijwariya Cîlo hêza Nûrhak xurtir dike. Weke fermandarekî pêşeng dest bi wezîfeyê dike. Di sala 2015'an de li qada Deriyê Cafer fermandariya yekîneyê dike. Li herêma ku lê ma hem fermandariyê dike hem jî karên sabotajê. Ji aliyê leşkerî ve xwedî tecrûbe û daxwaz bû. Fermandarekî çalakger bû.

ŞER JI JIYANÊ CUDA NAKE

Fermandarekî mînak e ku pêşengiyê ji şer û jiyanê re dike. Hevrêyên wî li jiyana wî dinerin û bi vî rengî hîn dibin ku bi çi rengî dikarin şer bikin. Ew şer û jiyanê ji hev qut nake, berevajî di jiyana xwe de xwe ji şer re amade dike û serketinê diafirîne. Pîvanên wî yên jiyanê û şer zelal in. Bi partiya xwe, bi felsefeya xwe dijî. Li ser xeta şer a gerîla û şoreşgeriyê serwer e. Li qada şer bi xwînsarî gavan diavêje. Ji bo têkoşîna şoreşê xwe ji nû ve afirand û timî nû dike.

HEVRÊYÊN XWE RIZGAR DIKE

Di sala 2016'an de li Cîlo di dema operasyonekê de 5 hevrêyên wî ji aliyê dijmin ve tên dorpêçkirin. Tevî ku dûrî qada operasyonê ye, bi rêya cîhazê pêwendiyê bi hevrêyên xwe re datîne û ji hevrêyên xwe re dibêje 'Dengê guran tê?'. Ev gotina nepen tê wateya 'Bi hevalên li gel xwe em tên, em ê çemberê têk bibin û we rizgar bikin'. Hevrêyên wî yên di nava operasyonê de jî dibêjin 'Bêhna guran tê'. Hevrêyên wî dixwazin bêjin 'em zanin ku tu yê were, tu dest ji me bernade'. Dijmin dengê Nûrhak li ser cîhazê nas kir, kete panîkê û tedbîr wergirt. Piştî axaftina li ser cîhazê balafirên keşfê û helîkopter sewqî herêmê kir, lê belê wan çember têk birin. Dijminê ku zanîbû ew li kîjan qadê ye, yekser li wê herêmê tedbîr girt. Di şer de her tim dijminê xwe cidî didît.

ŞEHADET Û MILÎTANIYA BÊHEMPA...

Di 9'ê Tîrmeha 2017'an de Nûrhak careke din xwe ji cengê re amade dike. Li gorî plansaziya çalakiyê wê li Geverê di heman rojê de bi carekê ve li 3 nuqteyên dijmin bihata xistin. Cihê çalakiyê ku Nûrhak biçûya bi rîsk bû, zehmet bû. Wê biçûya balafirgeha Geverê û li hêzên dijmin bixista. Nûrhak û hevrêyên wî ji deşta Geverê xwe digihînin cihê çalakiyê û bi pêşengiya Nûrhak hevrêyên wî dest bi govenda azadiyê dikin. Bi çalakiya li balafirgehê re 15 polîs hatin kuştin, 2 tank û TOMA'yek hatin îmhakirin. Yê ku fermandarî ji vê çalakiya serketî re kir fermandarê demên zehmet Nûrhak bû. Piştî çalakiyê careke din derbasî deştê bûn. Hevrêyên din ê li gel xwe şand û ji bo agahiyê der barê çalakiyê werbigire li gundekî nêzîk man. Gundiyên ku cerdevan bûn bi Nûrhak û hevrêyên wî hesiyan û kemîn danîn pêşiya wan. Di şer de Nûrhak Sîser û hevrêyekî wî tevlî karwanê şehîdan bû. Li pey wî jî jiyana wî ya destanî û milîtaniya wî ma.