Li çiyayên Xerzanê biryardariya berxwedanê ya li ser xeta Sarayan

Gerîlayên li çiyayên Xerzanê ji bo hevrêtî, têkoşîn û nêrîna Sakîne Cansiz li dîrokê bineqişînin, li rojnivîska kampê dinivîsandin.

Çiyayên Xerzanê bû warê berxwedanê yê Arjîn, Jînda û Denîzan. Gerîlayan wate dan çiyayên Xerzanê, bi hezkirineke mezin lê nihêrîn û xwedî li jiyanê derketin. Ji bo her kêliyê li dîrokê bineqişînin dinivîsandin.

Gerîlayên li Xerzanê, li rojnivîskên xwe têkildarî pêşenga têkoşîna jinê Sara wiha dinivîsandin: "Di 9'ê Çileya 2013'an de sê jinên Kurd, sê dilên ku jiyana xwe dan têkoşînê, ji bo em karibin bi xurtî di têkoşîna azadiya jinê de bimeşin, ji rêya azadiyê re bûne meşale.

EM ŞER JI TE HÎN BÛN

Hevala Sara hevala destpêkê bû ku tevlî nava têkoşînê bû. Awirên wê tûj bûn, kûr bûn, bi wate bûn. Bi sekna xwe ya asî û bi heybet bîrdariyeke azadiyê bû. Her tayekî porê hevala Sara xwe li jiyanê, li têkoşînê, li partiyê gerandibû. Bi milyonan jin bi rêxistin kir û ber bi her qada têkoşînê ve herikand. Em, şopdarên te; şer, têkoşîn, hezkirin, jiyan ji te hîn bûn.

TE BI JIYANA XWE EV RÊ RONÎ KIR

Niha jin li her derê didin ser şopa te. Te bi jiyana xwe ev rê ji me re ronî kir. Kurdistan û cîhan rabûn ser xwe. Di şexsê te de têkoşîna me gerdûnî bû. Tu ne tenê ji bo gel û jinên Kurd têkoşiya, te ji bo rûmeta mirovahiyê şer kir. Bi berxwedaneke gerdûnî bersiv ji şehadeta we re hate dayin. Ji Parîsê heta bi Amed û Dersimê li her devera cîhanê lehiyek ji mirovan çêbû. Dijmin nekarî vê lehiyê bisekinîne. Têkoşîn her mezin bû. Me nîşanî dijmin dan ku em bi şehadetan naqedin, em mezintir dibin. Tu gerdûnî bû û veguherî pêşengeke jinê ku li her deverê belav bû. Çavên te Rêbertî dît, guhên de dengê Rêbertî bihîst. Destên te bi destên Rêbertî girt, tu bû parçeyek ji Rêbertî. Bi jiyana xwe ya bi wate, bi manewiyata xwe û bi têkoşîna xwe tu xetek bû.

HÛN BER BI DILÊ KURDISTANÊ VE HERIKÎN

Bi çîroka te ya têkoşîn û jiyanê ku çavkaniya hêzê ye, nifşekî nû mezin dibe. Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan... We li navenda kapîtalîzmê, li Ewropayê têkoşîna azadiyê bilind kirin û gihandin welatê xwe. Sê dilên mezin, sê şervanên heqîqetê, sê jinên Kurd ên esîl we cihê xwe di dilê gel û hevrêyên xwe de girtin. Mîna dilopên avê hûn herikîn nava dilê Kurdistanê. Dibe ku me we ti carî nedît, lê belê ruh û têkoşîna me me gihand hev. Di nava PKK'ê de dîrokek hate nivîsandin, ev dîrok hişê me timî nû dike û nahêle ku têkoşîna tê meşandin bê jibîrkirin. Jibîrkirina we, jibîrkirina ked û têkoşîna we, xiyanet e. Hûn ji bo me hinceta têkoşînê ne. Em sozê didin ku li ser rêya we ber bi serketinê ve bimeşin.

HEVRÊYÊN WE TÊKOŞÎN DEWR WERGIRTIN

Her wiha şopdarên we hevrê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hene. Wan li gel hemû êrîşên dijmin jî gel ti carî bi tenê nehiştin û ji bo gel bûne mertal. Ew di nava gel de man û li ser xeta gel meşiyan. Bûn dilek û ber bi qadên berxwedanê ve herikîn. Dijmin bi zanebûn di dema şehadeta hevalên Sara, Leyla û Fîdan de ev komkujî kir. Ev têkoşîn têkoşîna jinê ye. Lewma hedefa bingehîn a vî şerî jî jin û pêşengên jinê ye. Di nava têkoşîna me de Sara, Leyla, Fîdan, Sêvê, Fatma û Pakîze wê ti carî neqedin. Hevrêyên wan ên ku vê mîrateyê dewr werbigirin wê her tim hebin. Ev têkoşîneke welê ye ku di tevahiya dîrokê de her tim hebû û gihîşt asta herî bilind. Îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo bi hevala Sara hate birêxistinkirin û şopdarên wê jî ji bo serxistina vê îdeolojiyê têkoşîn mezin kirin. Me ji van hevrêyên xwe yên bi lehengî şehîd ketin, têkoşîn dewr wergirt. Meşa me ya azadiyê jî li ser vê yekê dewam dike."