Li Bezbinê jin wê careke din bi ser bikevin

Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Bajarokê Bezbinê Zeynep Ûnat got, "Li Bezbinê wê karên jinê ji nû ve xurt bibin."

Bajarokê Bezbinê yê Şirnexê ku piraniya şêniyên wê cerdevan in, di hilbijartinên bihurî de HDP bi rêjeyeke bilind a dengan bi ser ketibû. Şêniyên Bezbinê xwe amade dike ku dengê xwe bide heman cihî.

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Bajarokê Bezbinê Zeynep Ûnat (26) diyar kir ku şaredarî sê sal in ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin û wê bersiva pêwîst bidin qeyûm.

Ûnat, li bajarokê Şenoba yê Qilabanê ji dayik bû û piştî qedandina lîseyê ji bo xwendina zanîngehê çû Zanîngeha Ataturk a Erzîromê. Ûnat got, "Cihê ez lê ji dayik bûm û mezin bûm, cihek e ku sîstema cerdevaniyê lê heye. Em yek ji çend malbatan bûn ku ev sîstem red kir. Sîstema cerdevaniyê ku dewlet hewl dide bi rêya wê mirovan ji aliyê madî manewî ve bi xwe ve girê bide, bandoreke giran li jiyana me ya li wir kir."

Ûnat destnîşan kir ku ji ber têkoşîna malbata xwe serê wê bilind e û got, "Eger ew bi serbilindî li ber wê sîstemê ranebûna, îro serê min wê di ber min de bûya."

Ûnat anî ziman, nirx û şerefa malbata wê kir ku li ber cerdevaniyê rabin û got, "Li şûna bibe cerdevan, em ji wir derketin.

Ûnat ku sala 2014'an li Bezbinê bi rengekî aktîf karê ciwanan kir, piştre bi wezîfeya Hevserokatiya HDP'ê ya Şirnexê rabû. Bezbin got, "Piştî vê wezîfeyê niha jî ji bo xizmeteke xurtir ji gelê me re bikim, bûme namzet."

Ûnat diyar kir, wê li Bezbinê karê jinan ji nû ve çalak bikin û di vê mijarê de gelek projeyên wan hene. Ûnat got, "Bi piştgiriya jinan re em ê li Bezbinê jinan careke din bi ser bixin."