Li Bexdayê formulên hikumeta nû, li Hewlêrê rewşên ne zelal

Li Iraqê piştî hilbijartina di 12’ê Gulanê de ya ku hê jî encamên wê nehatine eşkerekirin, ji bo avakirina hikumeta nû bazarî tê kirin.YNK’ê namzetê xwe yê serokkomariyê eşkere kir û taloqkirina hilbijartinên herêmî di rojevê de ye.

Li Iraqê nêzî 3 meh ji ser hilbijartina di 12’ê Gulanê de derbas bû ya ku hê jî encamên wê nehatine diyarkirin. Lê ji bo avakirina hikumeta nû, hê jî hevdîtin tên kirin. Lîsteya Mûktada Sadirn Saîrûn ê Şîî yê ku di hilbijartinê de bi ser ketibû, bi gelek lîsteyan re têkiliyê datîne. Koalîsyona Fetîh a ku Hadî Samîrî li ser wê yê ku Haşdî Şabî ava kiriye, ji bo xebatên hikumetê kete dewrê.

Berdevkê Koalîsyona Fetîhê, Ahmed Esadî diyar kir ku ji bo avakirina hikumetê wan gelek hewldan dane destpêkirin û ji bo îlankirina hikumetê ya bi koalîsyoneke mezin ew li benda encamên fermî yên hilbijartinê ne. Esadî got ku, “Ji bo bernameya avakirina hikumetê, di çarçoveyeke neteweyî de me dest bi diyalog û hewldanan kir. Di vî warî de pêşketin çêbûne. Bernameya koalîsyona Fetîhê ji aliyê gelek aliyên siyasî hate qebûlkirin.”

Esadî qala naveroka hevdîtinan nekir lê di nav kûlîsan de tê gotin ku namzetê seroktiyê yê Koalîsyona Fetîhê Nûrî Malîkî ye.Ji ber ku Malîkî nêzî Îranê ye, DYA li dijî wî ye. Tê gotin ku heke formul ev be, ew ê alozî çêbibe.

Koalîsyona Nasir jî bi aliyên siyasî re rûnişt û dixwaze ku Haydar Abadî dîsa were hilbijaertin. Lê vê pêşniyaza Koalîsyona Nasir nehate qebûlkirin.

NAMZETÊ YNK’Ê YÊ SEROKKOMARIYÊ

 Li eniya Iraqê xebatên ji bo avakirina hikûmetê didomin, hate diyarkirin ku YNK piştî ku hikûmet hate hilbijartin namzetê xwe yê ji bo Serokkomariyê diyar kiriye.

Hê tam diyar nebûye lê li gorî nûçeya di malpera fermî ya YNK’ê PUK Medyayê de ji bo erka Serokkomariyê navê Mihemmed Sabir Îsmaîl derbas dibe. Çavkaniyên nêzî YNK’ê dibêjin îhtimal e ku namzet were guhertin, lê navê niha derdikeve pêş Sabir Îsmaîl e.

LI BAŞÛR NEDIYARBÛNA HILBIJARTINÊ

Li Herêma Federal a Kurdistanê jî nediyarbûna siyasî tê jiyîn. Li başûrê Kurdistanê diviyabû hilbijartin Nîsana borî bihata kirin lê ji bo hilbijartin di 30’ê Îlonê de pêk were parlamento û hikûmetê biryar girt. Partiyan li gorî vê rewşê amadekariyên xwe kirine. Partî û lîsteyan namzetên xwe radestî desteya hilbijartinê kirin. Lê di nava vê hefteyê de got gotên ku hilbijartin wê salek din bê taloqkirin, belav bûne.

Di serî de Tevgera Goran, Nifşê Nû û gelek partiyên din ji bo hilbijartin di dîroka hatî diyarkirin de bê kirin daxuyanî dan. Lê heta niha ne PDK û ne jî YNK’ê têkildarî hilbijartin di demê xwe de bê kirin ti daxuyanî nedaye raya giştî. Endamê Ofîsa Ragihandinê ya YNK’ê Azad Tofîk îro têkildarî hilbijartinan îdîayek din avêt holê. Li gorî Tofîk rojên derbasbûyî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê  Nûnerê Taybet yê dijî Têkoşîna DAIŞ’ê yê DYA Brett McGurk hevdîtin çêkir û piştre li Hewlêrê bi Barzanî re civiya û daxwaz ji Barzanî kir ku hilbijartinên 30’ê Îlonê paşve bixe. Tofîk got Brett McGurk bûyerên li Iraqê diqewimîn weke sedem nîşan da û daxwaza paşvexistina hilbijartinê kiriye.