Li Bestayê operasyona dagirkeran û çalakiya gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser operasyoneke hêzên dagirker ên Tirk a li herêma Besta ya Şirnexê û çalakiya hêzên gerîla daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

DU GERÎLA ŞEHÎD BÛN

"Artêşa TC a dagirker 7'ê Nîsanê li qada Şehîd Diyana ya herêma Bestayê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de firokeyên bêmirov jî hatin bikaranîn û balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Ji ber bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûn, hevalekî me jî dîl kete destê dijmin.

DI ÇALAKIYA SABOTAJÊ YA GERÎLA DE LEŞKEREKÎ TIRK HATE KUŞTIN

Hêzên me 12'ê Nîsanê li dijî yekîneyên operasyonê li qada Girê Mevuşkê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Agahiyên li ser operasyonê û nasnameya şehîdan wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin. Medya şerê taybet a artêşa TC a dagirker der barê operasyonê de ragihand ku 5 hevalên me şehîd bûne. Nûçeyên di vî warî de hatin weşandin derew in û di çarçoveya şerê taybet de hatin parvekirin.

BOMBERDÛMANA BALAFIRÊN ŞER

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 14'ê Nîsanê saet 07:30'î bombe li qada Kendakola ya herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê barandin. Bomberdûmanê zerar negihand hêzên me."