Li ber Şaredariya Pirsûsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Endamên partiyê û wekîla HDP’ê Ayşe Surucu yên xwestin biçin Şaredariya Pirsûsê ji aliyê polîsna ve hatin astengkirin. HDP’iyan li ser vê yekê, li pêşberî avahiya şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Piştî binçavkirina Hevşaredara Navçeya Pirsûs a Rihayê Hatîce Çevîk, polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin û destûrê nadin kes nêzî avahiyê bibin. Lêgerîna avahiya şaredariyê dewam dike.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu ya hat navçeyê û bi endamên partiyê re xwestin biçin avahiya şaredariyê. Lê polîsan Surucu û endamên partiyê derp kirin û ji avahiy a şaredariyê dûr xistin. Endamên Meclîsa Şaredariyê û Surucu, li ser vê yekê li pêşberî avahiya şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî çalakiya rûniştinê gelek welatî jî li qadê kom bûn. Surucu, diyar kir ku partiya wan ji sedî 59,36 deng girtin û şaredarî qezenc kir, lê desthilatdarî bi tayînkirina qeyûman hewl dide vê qezenca wan desteser bike.

Surucu, da zanîn ku zilm heye û wiha got: “Îro zilmê dikin. Hevşaredara me bi awayekê bêhiqûqî binçav kirin. Ev dizitiye, talankariye û xespe. Ger ku ewê qeyûm tayîn bikira, we çima dibin navê demokrasiyê de hilbijartin li dar xist. Hûn nikarin vîna gelê Pirsûsê xesp bikin. Hûnê tu carî nekarin vê bi ser bixin. Ev gel wê tu carî li hemberî we serî ne tewîne.”