Li Bêgirê penaberan qeza kir: Kesek mir, 41 kes birîndar bûn

Li Bêgirê ya Wanê wesayita ku penaber tê de bûn û trembêlek li hev ketin, koçberek mir û 41 jê birîndar bûn.

Li navçeya Bêgirê ya Wanê wesayita ku penaber tê de bûn û trembêlek li hev ketin û 1 penaber mir, 41 jê birîndar bûn.

Duh bi şev saet 23.502î li Bêgirê ya Wanê wesayita ku penaber tê de bûn qeza kir, 22 jê Efgan, 20 jê Pakistanî 40 penaber birîndarbûn. Her wiha koçberek li cihê qezayê mir. 

Birîndar rakirin nexweşxaneyên Wan, Bêgirê û Erdîşê.

Derbarê qezayê H.D û M.Y hatin destgîrkirin.