Li Bedlîsê tapoyên gundiyan hatine desteserkirin
2 roj beriya referandûma 16'ê Nîsanê, li Bedlîsê ku HDP lê xurt e, zextên li ser hilbijêran û xebatkarên partiyê zêde dibin.
2 roj beriya referandûma 16'ê Nîsanê, li Bedlîsê ku HDP lê xurt e, zextên li ser hilbijêran û xebatkarên partiyê zêde dibin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li gundan jî rayedarên dewletê dest danîne ser tapoyên gundiyan û ji wan re gotin, "Eger dengê Erê bi ser bikeve, hûn ê tapoyên xwe bigirin, eger bi ser nekeve, wê tapoyên we bi temamî werin destesekirin."
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, hefteya derbasbûyî avêtibûn ser gelek adresan û xebatkar û hin rêveberên HDP'ê binçav kiribûn. Tevî vê yekê jî Rêxistina HDP'ê ya Bedlîsê bi biryardarî dixebite.
Li Bedlîsê, rêbazeke balkêş a zext û zordariyê tê bikaranîn. Li gundê Başhan û hin gundên din ên ser bi navenda Bedlîsê, tapoyên hin gundiyan hatine desteserkirin û ji wan re hatiye gotin, "Eger dengê Erê bi ser bikeve, hûn ê tapoyên xwe bigirin." Li gelek gundan jî ev gef li gundiyan tê xwarin: "Eger dengê Erê li vî gundî bi ser nekeve, wê dewlet dest deyne ser hemû tapoyên we."
Rêveberê HDP'ê yê Bedlîsê Hamza Ozkan li ser van zextan û xebatên xwe yên referandûmê agahî da û anî ziman, bi taybetî li gundan bi rêya keyayan zext li gel tê kirin. Ozkan got, keya diçin gundan û bi gotina 'eger hûn nebêjin Erê wê hemû tapoyên we bên desteserkirin' gefê li gundiyan dixwin.
Ozkan wiha dewam kir: "Li gelek cihan tapoyên gundiyan ji wan hatine standin û ji wan re hatiey gotin, ku dema dengê Erê bi ser ket, wê hingî radestî wan bikin. AKP li Bedlîsê guh nade biryarên Desteya Bilind a hilbijartinê û dixebite. Lê belê tevî ku me serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê dane jî, destûr nedan ku em bi wesayîtên xwe yên anonsê bixebitin."
Ozkan destnîşan kir, tevî vê zext û zordariyê jî ew ê di referandûmê de bi ser bikevin û bang li gelê Bedlîsê kir ku biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin.