Li Bedlîsê cismekî leşkerî teqiya: Ciwanekî 18 salî bi giranî birîndar bû

Li Bedlîsê, Yûsûf Ûlûg ê 18 salî ji ber teqîna cismekî bi giranî birîndar bû.

Li gundê Hêvrês ê Bedlîsê, Yûsûf Ûlûg ê 18 salî danê êvarê dema ku pezê xwe diçêran, cismekî leşkerî pê teqiya û bi giranî birîndar bû.

Ûlûg rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û piştre birin Rihayê.

Hate ragihandin ku destê rastê yê Yûsûf Ûlûg ji zend ve qut bûye û rîsk heye ku çavên wî kor bibe. Metirsiya li ser jiyana wî jî dewam dike.