Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên heqdestê

Li Başûrê Kurdistanê piştî ku rayedaran sozên xwe bi cih neanîn, karmed, mamoste û xwendekaran biryara boykotkirina kar dan, daketin qadan û daxwaza heqdestê xwe kirin.

Xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dawî nabin. Piştî ku rayedarên hikûmetê sozên xwe yên di xwepêşandanên bihurî de bi cih neanîn, mamoste, karmed û xwendekaran biryara çalakiyan dan û daketin qadan.

Her di vê çarçoveyê de li gelek deverên Başûrê Kurdistanê xwepêşandanan destpê kirin.

HEWLÊR

Li Hewlêrê xwendekarên zanîngeh û peymangehan li ber derê Wezareta Xwendinê çalakiyek lidarxistin û gotin; "Em dixwazin xerca me ya mehane were dayîn û malên me ên xwendinê werin nûkirin."

Xwendekarên zanîngeh û peymangehên Hewlêrê doh bi daxuyaniyekê ragihandin ku dema bihurî ji wan hatiye gotin ku wê xerca wan a xwendinê were dayîn û bûdce ji bo wan were veqetandin, lê heta niha li Hewlêrê ev biryar pêk nehatiye.

Her di vê çarçoveyê de xwedekar siharê li ber derê avahiya Wezareta Xwendinê ya li Hewlêrê kom bûn. Xwendekaran li ber derê wezaretê daxuyaniyek dan.

DERBENDÎXAN

Nerazîbûna karmend û mamosteyên Başûrê Kurdistanê ya dijî nedana mûçeyan, dewam dike.

Girseyê li ber derê avahiya qeymeqamtiyê çalakiyek nerazîbûnê li dar xist.hate  Karmend û mamostayan daxwaza mûçeyê xwe kirin.

Şêniyên Derbendîxanê jî li dijî sîstema saetê ya ji bo avê, tevlî çalakiya karmend û mamostayan bûn.

KIFRÎ

Komek ji mamoste û karmendên navçeya Kifrî ya ser Îdareya Germiyanê, li dijî nedana mûçeyan, li ber derê avahiya Bankê ya li navçeya Kifriyê çalakiyek lidarxistin.

Mamoste û karmendan li dijî nedana mûçe di van kêliyan de rêya sereke ya Kelar-Kifrî li trafîkê girtine.

Çalakî dewam dike.

Her di vê çarçoveyê de li bendê ye li gelek deverên din xwepêşandanên ji bo daxwaza mûçe û dîsa heqdestê xwe bên lidarxistin.