Li Başûrê Kurdistanê zexta li ser rojnamevanan zêde dibe

Sendîkaya Rojnamevanan a Başûrê Kurdistanê ragihand ku sala 2021'ê 187 caran li dijî rojnamevanan û saziyên medyayê mafên mirovan hatin binpêkirin û 35 rojnamevan hatin destgîrkirin.

Sendîkaya Rojnamevanan a Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyeyê rapora binpêkirina mafên mirovan a rojnamevanan eşkere kir.

Li gorî sendîkayê, sala 2021'ê bi giştî 187 caran mafên rojnamevanan û saziyên medyayê hatin binpêkirin. 35 rojnamevan hatin destgîrkirin, 22 caran êriş li rojnamevanan hate kirin, 3 qenalên TV û ofîsên wan hatin girtin.

Li Hewlêrê 33 caran, li Silêmaniyeyê 20 caran û li Duhokê jî 3 caran mafên rojnamevanan hatin binpêkirin. Her wiha li Helebçe, Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil, Bexda û Necefê jî rojnamevan bûn hedef.