Li Başûrê Kurdistanê qurbaniyên qirkirinê têne bibîranîn

Li Başûrê Kurdistanê qurbaniyên Enfalê yên dema rejîma Sedam têne bibîranîn.

Hikumeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê 2003'an 14'ê Nîsanê mîna roja bibîranînê ragihandibû. Roja bibîranînê qurbaniyên qirkirina Enfalê ya ku 12'ê Adarê dest pê kirî û heta 7'ê Hezîrana 1989'an dom kirî, têne bibîranîn. Îsal li gelek bajar, navçe, bajarok û gundan merasîm têne çêkirin.

Di qirkirina Enfalê de ya di navbeyna 1986-89'an de ku ji hela dîktatorê Iraqî Sedam Hisên ve bi 8 qonaxan pêk hatî nêzî 200 hezar Kurd hatin qetilkirin. Bi deh hezaran Kurd bi komî hatin veşartin. Di tomarên fermî de tê gotin 182 hezar Kurd li 151 gorên komî hatin veşartin. Heta niha tenê cenazeyên 18 hezar Kurdî hatin dîtin.

Dema qirkirinê ji bilî qetilkirina bi sedhezara mirovî, 4.500 gund û 30 navçe hatin kavilkirin. Dema qirkirinê bîlançoya herî giran li deşta Hewlêrê, geliyê Balîsan, herêma Sergelu-Bergelu ya Silêmanî, Şanexşê, Helepçe, Karadag, Germiyan û Ekserê derkete holê.