Li Başûrê Kurdistanê propagandaya hilbijartinê sibe dest pê dike

Li Başûrê Kurdistanê ku hê jî nîqaş li ser heye ku wê hilbijartin were taloqkirin, propagandyên ji bo Hilbijartina Herêma Başûrê Kurdistanê sibe wê dest pê bike.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Başûrê Kurdistanê ragihand, ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku 30’ê Îlonê wê were kirin, sibe propaganda dest pê dikin.

Midûrê Komîsyonê Karwan Celal got, ‘’Partiyên siysasî û koalîsyonên Kurdistanê ji sibehî û wê de dikarin dest bi propagandya hilbijartinê ya serdema 5’an bikin.’’

Celal got hemû namet û partiyên ku wê tevlî hilbijartinê bibin poster û flamayan li gorî pîvanên ku komîsyonê diyar kirine dikarin daleqînin.

Propaganda heta 28’ê Îlonê wê bidome.

Komîsyonê ji 31 lîste û koalîsyonan namzetiya 709’an qebûl kiribû.

Partî û koalisyon^ne Tirkmen, Xiristiyan û Ermen bi tevahî 64 namzet nîşan dabûn.

111 KURSÎ HENE

Li Parlamentoya Kurdistanê 111 kursî hene. Ji van 5 jê ji bo Tirkmenan, 5 jê ji bo Kildan, Asûr, Sûryan û Ermenan hatin veqetandin. Balkêş e ku kontenjan ji bo Êzîdiyan nehatine veqetanin.

Berhem Salih beriya bi çend rojan got ew ê partiya wan tevlî hilbijartinan nebe.

Serokê parlamentoyê û parlamentere Tevgera Goran, Serokê Tevgea Goran Dr. Yûsiv Mihemed ji Dengê Amerîkayê re axivî û got, Koalîsyona Ji bo Demokrasî û Dadê, Komala Îslamî û Partiya Yekgirtû ya Îslamî gotûbêj dikin ku hilbijartin were taloqkirin an jî boykotkirin.

ASTENGA KÊFÎ YA LI BER TEVGERA AZADÎ

Bêyî ku ti hinceteke yasayî were nişandan, bi rengekî kêfî nehiştin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tevlî hilbijartinê bibe, ku Tevgera Azadî tevlî hilbijartinên Iraqê bûbû.

HIJMARA NAMZETAN

Hijmara namzetên ku wê ji partî û koalîsyonan tevlî hilbijartinê bibin:

PDK: 100

YNK: 100

Goran: 100

Lîsteya Serdem: 100

Bi Islehatê ve (Koalîsyon Yekgirtû û Partiya Tevgera Îslamî)): 61

 Newey Nwe: 50

Lîsteya Azadî: 43

Komela Îslamî: 40