Li Başûrê Kurdistanê li dijî Covîd-19 tedbîrên nû hatin girtin

Rêveberên Başûrê Kurdistanê ji ber vîrûsa Covîd-19 tedbîrên nû girtin. Çûn û hatina nava bajaran û dîsa ji derveyî kareke lezgîn gerana serbest hate rawestandin.

Piştî ku bandorek mezin a vîrûsa Korona ya li Îranê kir û şûnde li Başûrê Kurdistanê ji 27’ê Sibatê û vir ve ji bo demkî dibistan û sazî hatine girtin.

Asayîşa Herêmê roja Pêncşemê daxuyaniyek da bû û gotibû: “Kentin û derketina nava bajaran wê 14’ê Adar heta 28’ê Adarê bê rawestandin.”

Îro bi daxuyaniyeke nû hate ragihandin ku li gel qedexeya nava bajaran, ketina ketin û derketina nava bajar û navçeyan jî di çarçoveya tedbîrên vîrûsê hatiye qedexekirin. Dîsa di nava bajar de ji derveyî karekî pir lezgîn ji bo 48 saetan tevger hatiye rawestandin.

Li Silêmaniyê jî kafe, restoran, berber dîsa gelek cihên ku gel bi giştî lê kom dibe, ji aliyê rêveberan ve bi biryarên nû hatine girtin.

Li gel vê ji saet 24:00’ê û pê ve ji bo 48 saetan hemû cihên firotinê yên mezin û cihên kêfxweşiyê wê bên girtin.

Li Silêmaniyê yek ji cihên ku hate girtin Çayxaneya Şeb a dîrokî jî heye. Ev çayxane 75 sal in bê navber vekiriye û karê xwe dike.

Tedbîr bi Silêmaniyê sînordar nîne; Helebçe, Hewlêr, Dihok jî di nav de wê li hemû bajar û navçeyan li xwe bigire.