Li Başûrê Kurdistanê kedkar û karker di grevê de ne

Li Başûrê Kurdistanê mamoste û karkerên xwe ku meaşên wan nayê dayîn, daketin kolanan û dest bi grevê kirin.

Bi taybet li herêma Silêmaniyê, li gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê karmend û mamoste neçûn ser kar û boykot ragihandin.

Li navçeya Kifrî ya ser bi Îdareya Germiyan mamosta û karmend di van kêliyan de daketin qadan û rêya sereke ya Kifrî-Kelarê li trafîkê girtin.

Bi heman armancê li navçeya Pênciwên jî mamosta û karmend daketine qadan û dijî nedana mûçe dest bi xwepêşandanê kirin. Mamosteyan jî li wir rêya sereke ya Pênciwên-Silêmaniyê li trafîkê girtin.

Nerazîbûna mamoste û karmendan li gelek cihên din jî dewam dike.