Li Başûrê Kurdistanê êrîşên li ser Şengal û Rojava hatin protestokirin

Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li Silêmanî û Kerkûkê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê protesto kirin.

Di saet 16.00’an de nûnerên partiyên siyasî û gel li parka li ber Keleha Kerkûkê hatin cem hev, êrîşên li ser Şengal û Rojava û helwesta PDK’ê ya piştî êrîşê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrîş li ser hemû Kurdan hatiye kirin. Helwesta PDK’ê jî dûrî yekîtiya neteweyî ye û xisarê dide gelê Kurd.”

DIVÊ GELÊ ME BÊDENG NEMÎNE

Nûnerên YNK, Hizbî Şuî (Partiya Komunîst), Zehmetkêşan (Partiya Kedkaran), Tevgera Azadî, Eniya Demokrasiyê ya Gel û Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê di daxuyaniyê de gotin ku, “Dewleta Tirk bi êrîşên li ser Şengal û Rojava, dixwaze destkeftiyên gelê me tasfîye bike. Divê partiyên siyasî û gelê me ji van êrîşan re bêdeng nemîne. Divê Dewleta Iraqê li hemberî vê êrîş û binpêkirina sînoran helwesta xwe diyar bike.”

Bang li hêzên navneteweyî jî hat kirin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

ÊRÎŞ LI SER HEMÛ KURDAN HATIYE KIRIN

Li Silêmaniyê jî Hevserokê Partiya Azadî Mihemed Abdûllah got: “Bi êrîşên duh derket holê ku mêtingeran gerîlla û pêşmerge şehîd kirine. Bi vê re jî tê dîtin ku êrîş li ser hemû Kurdan e. Êdî kes nikare bibêje ‘Ji ber PKK’ê êrîş dikin’. Ev êrîş dûmahîka êrîşên çeteyên DAIŞ û ENKS’ê ne. Ji ber ku Rojava, Şengal û Qendîl bûne vîna gelê Kurd, dewleta Tirk êrîşî van deran dike. Sedema êrîşa li ser Şengalê ev e.

Em bang li hemû gelê Kurd û partiyan dikin ku bêdeng nemînin. Bêdengî tê wateya teslîmîyetê. Gelê Kurd çawa ku di dema rejîma Beas de serî hilda, niha jî divê ji bo parastina destkeftiyên Kurdan têbikoşe.”