Li Başûrê Kurdistanê dîroka hilbijartinê hate diyarkirin

Li Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlamentoyê ya ku hema bêje 2 sal in tên taloqkirin, 20’ê Cotmehê hate diyarkirin.

Dihat plankirin ku hilbijartin di payîza 2022’yan de hatiba kirin. Lê timî dihat taloqkirin. Herî dawî dîroka hilbijartinê bi zexta Bexdayê re weke 10’ê Hezîranê hate diyarkirin. Di encamê de pêk nehat.

Berdevkê Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab derbarê roja lidarxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Dilşad Şehab da zanîn ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku roja 20’ê Cotmeha 2024’an hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin.

Di meha Sibatê de dadgehên Iraqê biryar da ku hejmara kursiyên li parlamentoya Kurd, ji 111 daxîne 100’ê û kotaya ku ji bo Xiristiyan û Turkmenan hatî danîn, ji holê rakir.

Ev biryar bi xweşa PDK’ê neçû. PDK’ê ragihand ku ew hilbijartinan boykot dike û ev rewş bû sedeme bûyereke din a siyasî.

Rayedarên darazê bi biryareke nû 5 kursiyên di nava 100 parlamenteran de hatine cudakirin, îade kirin. PDK’ê jî biryara boykotê paşde vegerand û biryar da ku tevlî hilbijartinan bibe.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gelek caran taloqkirina hilbijartinan rexne kir û nerazîbûn nîşan da.