Li Başûrê Kurdistanê dengdan destpê kir

Li Başûrê Kurdistanê dengdayîna ji bo referandûmê destpêkir û wê heta seat 18:00'an bidome.

Li Herêma Kurdistanê û li herêmên bi nakok ên ji derveyî Herêma Kurdistanê wê îro ji bo serxwebûnê dengdan pêk were.

Dengdanê saet 08:00'an dest pê kir û saet 18:00'an pêvajoya dengdanê bi dawî dibe.

Dengdêr wê dengên xwe yên 'Erê' yan jî 'Na' ji bo vê pirsê bi kar bînin, 'Gelo hûn dixwazin Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bibin dewleteke serbixwe?”

Li Herêma Kurdistanê 7 hezar û li herêmên bi nakok 5 hezar, bi giştî wê li 12 hezar navendan deng werin dayîn.

Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê wê li herêmên bi nakok û Herêma Kurdistanê bi giştî 5 milyon û 200 hezar kes xwedî mafên dengdanê ne.

Wê Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce, Kerkûkê û navçeyên weke Xurmatû, Xaneqîn, Mendelî, Celewla, Qeretepe, Şengal, Mexmûr, Tilkêf, Hemdaniyê, Şêxan, Zûmar, Rebîe, Nemrûd û Bertileyê beşdarî dengdanê bibin.