Li Başûrê Kurdistanê dema propagandaya hilbijartinê taloq bû

Li Herêma Kurdistanê propaganda hilbijartinê wê îro dest pê bikira. Ev pêvajo hate taloqkirin.

Ji bo hilbijartina parlamentê ya Başûrê Kurdistanê ku wê 30'ê Îlonê pêk were, hatibû plankirin û îro dema propagandayê dest pê bike. Lê ev pêvajo hate taloqkirin.

'DEMA PROPAGANDAYÊ WÊ 11'Ê ÎLONÊ DEST PÊ BIKE'

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Zîrar diyar kir ku biryar bi piraniya dengan hatiye girtin û wê dema propagandayê 11'ê Îlonê dest pê bike.

Tê gotin ku nakokiyên navbera partiyan bûne sedema vê biryarê.

PDK, Komeleya Îslamî û Nifşên nû beriya niha dabûn xuyakirin ku divê hilbijartin di dema xwe de bê kirin. Koalîsyona Edalet û Demokrasiyê û Koma Zehmetkêşan jî diyar kirin ku ew ne bawer in hilbjiartin di nava rewşeke wekhev de pêk were û ragihandibûn ku wê hilbijartinê boykot bikin.

Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û YNK jî dixwazin ku hilbijartin di demeke din de bê kirin. Aliyên din jî bi rê û rêbazê cuda hewl didin hilbijartinê taloq bikin.

111 KURSÎ HENE

Midûrê Daneyan a Komîsyona Hilbijartinê Karwan Celal doh bi daxuyaniyekê gotibû, "Partiyên siyasî û koalîsyonên li Kurdistanê dikarin ji sibe û pê ve dest bi propaganda hilbijartinê ya serdema 5'an a parlamentê bikin."

Ji bo hilbijartina parlamenta Başûrê Kurdistanê ji 31 lîste û koalîsyonan serlêdana 709 namzetan hatiye qebûlkirin.

Li Parlamenta Kurdistanê bi giştî 111 kursî hene.