Li Başûrê Kurdistanê cînayetên siyasî û bêdengiya rayedaran

Dewleta Tirk a derbên giran ji gerîla dixwe, ji bo armancên xwe pêk bîne li Başûrê Kurdistanê dest bi cînayetên siyasî kiriye. Rojane gefa êriş û kuştinê li welatparêz û şoreşgeran dixwe. Bang li rêveberiya Başûr tê kirin ku pêşî li van cînayetan bigire.

Salên dawî dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya ‘Pilana Çokdanînê’ de li Kurdistanê dest bi êrişên qirkirinê û talanê kiriye. Di vê çarçoveyê de salên dawî êrişên xwe yên li Kurdisanê zêde kiriye. MÎT û PDK bi hev re ya nikarin li çiya bikin, li Başûr, Rojava, Şengal û Mexmûrê ketine pey cînayetên siyasî.

Em destpêkê hinek bal bikişînin ser êrişên qewimî û nêrînên aliyan ên li ser êrişan bigirin dest.

HERÊMÊN CUDA YÊN BAŞÛR

Desthilatdariya AKP’ê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an vir ve konsepta şer xistiye dewrê. Ji Tîrmeha 2015’an vir ve heta niha Tirkiyeyê bi sedan car li dijî deverên bi ser Herêma Kurdistanê ve êrişên hewayî pêk anî û ev êriş di rojên dawî de zêdetir bûn. Di êrişên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de ku li dijî herêmên başûrê Kurdistanê û Şengal û Mexmûrê pêk tên, heta îro zarok û jin jî di nav de herî kêm 112 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi sedan welatî jî birîndar bûn. Di êrişa herî dawî ya Tirkiyeyê ya li dijî Bamernê de ku bi balafira bêmirov (SÎHA) pêk hat de, 2 jê zarok 3 kes hatin kuştin. 

Li gorî rapora Buroya CPT ya Iraqê amade kiriye ji sala 2015’an ve di êrişên li dijî herêmê de heta sala 2021’an de 109 sivîlan canê xwe ji dest daye. 

CÎNAYETÊN SIYASÎ

Salên dawî cînayetên siyasî li Başûrê Kurdistanê zêdetir bûn.

Li Silêmaniyê dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Parastinê û MÎT’ê di 16’ê îlona 2021’an de welatiyê bakurê Kurdistanê yê bi navê Ferhad Bariş Kondu kir hedef. Di êrişê de Ferhat ji serê xwe bi giran birîndar bû.

Piştî vê êrişê 17’yê Îlona 2021’an Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta tirk a dagirker û di êrişê de şehîd bû.

Herî dawî jî 16’ê Gulana 2021’ê li Kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê welatiyê bakurê Kurdistanê yê xwediyê Xwaringeha Deniz, Mihemed Zekî Çelebî li ber xwargeha xwe ji aliyê du kesên li ser motorbiskilêtê ve hat gulebarankirin. Çelebî yê ku bi birîneke giran rakirin nexweşxaneyê, şehîd bû.

Rêveberê Komeleya Karkerên Mezopotamya Mûslûm Kaplan bal kişand ser cînayetên siyasî yên li Başûr û bi taybet ên salên dawî li Silêmaniyê li ser welatparêz û şoreşgeran hatiye kirin. 

Kaplan diyar kir ku di êrişên sûîkastan de Mihemed Zekî Çelebî û Yasîn Bûlût şehîd bûn û Ferhad Bariş Kondu bi giran birîndar rizgar bûye. 

‘TENÊ ÊRÎŞÎ WELATPARÊZAN NAKIN, ÊRÎŞÎ DILSOZÊN AZADIYÊ DIKIN JÎ’

Kaplan qala cînayetên siyasî yên bi hevkariya MÎT û Parastinê li Silêmanî hate kirin û got: “Bi taybet dema dawî cînayetên siyasî li Silêmanî ne tenê li ser welatparêz û şoreşgeran, li ser xelkê Başûr bi xwe jî tê kirin. Kesên dilsozê azadiyê dibin hedefa sûîkastan. Berî niha bi qasî 6 mehan welatiyek penaber ê Rojhilatê Kurdistanê bû hedefa êrişan û şehîd bû. Dîsa li Ezmerê welatî hatin hedefkirin û balafiran bombe li wan barandin. Piştre hevalê me Ferhat Bariş Kondu bi sûîkastekê birîndar bû. Piştre jî Yasîn Bûlût di encama sûîkastekê de şehîd bû. Herî dawî Mihemed Zekî Çelebî hate şehîdkirin. Ev yek jî fikaran bi me dide çêkirin, li Silêmanî çi rû dide?

‘EGER LI BER RANEBIN WÊ SÛÎKASTÊN DIN JÎ LI BER HEVALÊN ME BÊN KIRIN’

Bi van yekê dixwazin Kurdan bi Kurdan bidin qetilkirin û ber hev rakirin. Em di ferqa wê yekê de ne. Divê asayîş û rêveberiya YNK’ê hişyar be û li ber vê xwedî nerazîbûnên tund be, lê heta niha tiştek wiha nekiriye. Eger li ber vê ranebin wê bi vî rengî li ber welatparêz û hevalên me sûîkastên din jî bên kirin.

‘ÎSTIXBARAT Û ASAYÎŞ HEYE, ÇAWA DIBE MIROVÊN WELATPARÊZ QETIL DIKIN’

Li Silêmanî û Başûrê Kurdistanê dezgehên îstixbarat, Parastin û Asayîşê heye, çawa ew kes dikarin werin Silêmanî van karan bikin. Mirovên welatparêz qetil bikin.”

Kaplan qala tehdîtên MÎT û îstixbarat li welatparêzan dike û ev nirxandin kir: “Rojane hevalên me tên tehdîtkirin. Bi rêya telefon, bi rêya malbatan, bi rêya tevnên dijîtal û bi rêya çapemeniyê gefan li hevalên me dixwin; werin bibin sîxûr ji me kar bikin. Her wiha şoreşgeran qetil bikin em ê ewqas pere bidin we. Dema bersiv neyînî be, dibêjin; ‘wê hinek tiştan bi serê we bîne’. Herî dawî ji bo hevalên me gefa; ‘Me bang li Mihemed Zekî kir nehat, me cenazeyê wî şand’, yanî dema ‘kurê we bersiva me nede, nebe sîxûr û teslîm nebe wê cenazeyê wî jî ji bo we bê.’ Bi taybet gefan li kesên malbatên wan li Bakurê Kurdistanê bin li wan dikin.

ASAYÎŞ DIBÊJE; ‘BALDAR BIN’ LÊ TIŞTEKÎ NAKE

Heta niha fermî tiştek bi me re nehatiye parvekirin, dema diçin asayîşê dibêjin; ‘baldar bin, dibe êrişek terorî li ser we bê kirin.’ Ev jî nîşan dide ku agahî pê hene. Hevalê me Mihemed Zekî Çelebî li ser gefên xwe serî li dadgehê û asayîşê da lê tiştek nekirin û heta şehîd bû.”

ŞENGAL

Piştî hemû hewlan û peymanên li ser Şengalê bi berxwedana xelkê Şengalê hatin pûçkirin, vê carê jî bi êrişên esmanî û sîxûriyê dixwazin civak Êzidî û gelê Şengalê têk bibin. Cara ewilê 24’ê Nîsana 2017’an balafirên şer çiyayê Şengal bombe kir. Piştre navber navber Şengal bû hedefa êrişên esmanî yên dewleta Tirk.

15’ê Tebaxa 2018’an Mam Zekî Şengalî, 16’ê Tebaxa 2021’an Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda, 20’ê Çileya 2020’ê fermandar Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemid, Êzdin Şengalî û Cilo Şengalî, 17’ê Tebaxa 2021’ê di êrişa li ser nexweşxaneya Sikêniyê de Hemîd Sadun (Qîran Sîba), şervanê YBŞ’ê, Xidir Şeref (Pîr Xidir), şervanê YBŞ’ê Ramî El Salim (Ronî), şervanê YBŞ’ê yê Ereb ji Baacê, Meytem Xidir Xelef (Serhed Zemar), şervanê YBŞ’ê yê Ereb, Elî Reşo Xidir, xebatkarê tenduristiyê Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidi, Muhlise Sîdar û herî dawî 7’ê Mijdara 2021’an Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel hatin şehîdkirin.

Di 11’ê Kanûnê de jî dewleta Tirk a dagirker bi balefirên şer êrişî Meclîsa Gel a Xanesorê kir. Di êrişê de avahiya Meclîsê bi piranî hilweşiya.

Berdevkê Saziya Malbatê Şehîdan a Şengalê Mihemed Bişar jî li ser pîlan û êrişên li ser Şengal, sazî û pêşengên wê axivî. 

‘GEL XWE RÊXISTIN DIKE Û BER BI FIKREK NÛ DIÇE, EV JÎ DIJMIN DITIRSÎNE’

Bişar destnîşan kir ku hedefa dijminan qirkirin e û got: “Dijmin dixwaze vî gelî qir bike. Gel xwe bi rêxistin dike, ber bi fikrekê ve diçe ku dikare xwe li ser lingan bigire. Piştî 73 fermanan gel êdî karî li ber xwe bide, li ber raweste. Ev 8 sal e gel li ber xwe dide, ev jî zora dijmin diçe. Ev berxwedan pîlanên dijmin pûç dike. Ji ber vê dijmin pêşengên civaka Êzidî dike hedef û şehîd dike.” 

TIŞTA GIRÎNG BAWERÎ Û TIFAQ E

Berdevkê Saziya Malbatê Şehîdan a Şengalê Mihemed Bişar anî ziman ku hêvî û baweriya xelkê Şengalê çêbûye û wiha pêde çû: “Li dijî êrişan bawerî û vîna Êzidiyan pêk hatiye. Tişta girîng ji bo Êzidiyan divê bawerî û tifaq hebe. Bi hemû saziyên xwe yên leşkerî û siyasî gihaye asteke baş.”

‘PDK BI MÎT’Ê RE LI SER ŞENGALÊ PÎLANAN DIKIN’

Bişar bal kişand ser hevkariya PDK’ê û pîlanên wê yên li gel dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê û got: “PDK polîtîkayek taybet û şerê taybet li ser Şengalê dide kirin. MÎT’a Tirk û PDK bi hev re kar dikin. Em îro gihane wê astê ku gelê xwe rêxistin bikin. Heqîqetê li gelê xwe bidin nasîn.”

‘DIVÊ GELÊ ME BAŞ BIFIKIRE Û PÎLANÊN DIJMIN BIZANE’

Bişar hişyarî da ku eger Êzidî tine bibin wê PDK jî tine bibe û wiha pêde çû: “Eger Êzidî tine bibe, wê hemû tine bibin. Wê gelê Başûr tine bibe. PDK a li gel dijminan cih digire jî wê tine bibin. Bila gelê me baş bifikire, pîlanê dijmin bizanibin. Pîlan ser tevahî Êzidiyan e.”

MEXMÛR

Di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi rêya noker û PDK’ê ya ji sala 2017’an heta niha bi rêya balafirên şer û dronên biçek zêdetirî 10 welatparêz kirine hedef û qetil kirine. Herî dawî 21’ê Gulanê bombe li wesayîtekê barandin û ciwanê bi navê Hacî Mîrza Elî şehîd bû. Welatiyên Mexmûrê Hacî Yildirim û Metîn Adogît dem û dîrokên cuda ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatin girtin û li girtîgehên PDK’ê bi rengeke gûman hatin qetilkirin.

TOLÊ JI SIVÎLAN HILDIGIRIN

Têkildarî êriş û gefên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûr Rûheyv Efrîn axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a li çiya li ber gerîla têk diçe, ji bo vê têkçûnê jî binixûmîne êrişî bajar û gundan dike, dixwaze tola xwe ji sivîl û zarokan hilîne. 

ÇIMA DINÊ BÊDENG IN?

Efrîn anî ziman ku dewleta Tirk pir bi şerê derûnî êriş dike û got: “Şerê derûnî li ser zarok, jin û taybet ciwanan dike. Li ser tevnên civakî, çapemeniyê kar dike. Dixwaze ciwanan ji hev bixe.” Efrîn anî ziman ku êrişên ser sivîl û zarokan di qada navneteweyî de sûc e û qedexe ye û wiha domand: “Kes li ber vê dengê xwe nake. Nabe xwedî helwest. Çima dinê li ber vê bêdeng e?”

‘CIVAK DIVÊ LI BER ÊRÎŞAN RABE’

Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê destnîşan kir ku çawa li dinê hemû kesê heqê xwe heye û heqê gelê Kurd jî divê bêdayîn. Efrîn destnîşan kir ku divê civak li ber êrişên dagirkeriyê rabe û bibe xwedî helwest û got: “Li geşt û şahiyan bombeyan li we dibarîne, çima li ber vê bêdeng in. Ev yek nayê qebûlkirin.”

‘JI HER ALÎ VE ÊRÎŞ HENE’

Efrîn bal kişand ser êriş û gefên li ser Mexmûrê û ev tişt anî ziman: “Ji her alî ve êriş li ser me tê kirin. Rojane balafirên keşfê li ser esmanê Mexmûrê digerin. Zarok êdî nikarin ji ber dengê keşif û balafiran biçin derve bilîzin. Çi dibe bila bibe em ê helwesta xwe nîşan bidin. Heta yek ji me mabe, em ê li ber xwe bidin.”