Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên kedkaran zêdetir dibe

Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helepçe di serî de li gelek bajaran mamoste, karmend, karker û xebatkar daketin qadan û xwestin ku daxwazên wan were qebûlkirin.

Li Başûrê Kurdistanê duh gelek mamoste, karmend û xebatkar daketibûn qadan. Çalakiyên xebatkar û kedkaran îro jî domiya. Serê sibehê gelek xebatkar û kedkar daketin qadan û ji ber ku hikumet meaşê wan nade, hikumet protesto kirin.

Li gorî ajansa Rojnewsê li van bajaran kedkar û xebatkar daketin qadan.

SILÊMANÎ

Konê li pêşiya Qesra Edaletê ya Silêmaniyê di roja duyemîn de jî domiya. Ji serê sibehê ve gelek mamoste, karmend, kedkar, karker û xebatkar hatin serdana kon û piştgirî dan çalakiyê.

Çalakgerên ku kon vegirtine, diyar kirin heta ku xwestekên wan bi cih were ew ê biryara xwe ya boykotê bidomînin û xwestin ku daxwazên wan bi cih were.

HELEPÇE

Li Helepçeyê jî gelek karmend, karmend û xebatkarên tendirustiyê  jî ber bi Parka Baxê Giştî ve meşiyan. Di meşê de sloganên ‘Rayedarên diz’, ‘Bila meaşê me bidin’ berz kirin.

Çalakgeran li vê derê jî diyar kirin, heta ku daxwazên wan pêk were, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

ÇOMAN

Li navçeya Çomanê ya Hewlêrê jî mamoste û xebatkar daketin qadan lê hêzên asayîşê wan asteng dike.

Mamoste, karmend û xebatkaran nedayîna meaşan protesto kirin.  Ji bo astengkirina çalakgeran ji Soran, Mêrgesor û Barzanê hêzên asayîşê hatin.

Li Çomanê xebatkaran astengî qebûl nekirin û hikumet protesto kirin.

QELADIZÊ

Li navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê jî xebatkarên tendirustiyê nexweşxane boykot kirin û daketin qadan. Xebatkaran diyar kirin ku ji demeke dirêj ve ye ew nikarin meaşên xwe bistînin û hikumet guh nade daxwazên wan.

Xebatkarên tendirustiyê diyar kirin, heta ku daxwazên wan pêk were ew ê biryara xwe ya boykotê bidomînin.