Li Başûrê Kurdistanê çalakî berbelav dibin

Çalakiyên protestoyî yên karmendên Başûrê Kurdistanê ku mûçeyên xwe nestandin berbelav dibin.

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên karmendan û gelek pêkhateyên gel ên şermezarkirinê, yên bi mebesta ku mûçeyên wan nadin wan, li Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Dihokê û li Amêdî, Akirê, Ranya û Kelarê didomin. Di roja sêyan a çalakiyan de mafê xwestin û her wiha xwestin ku desthilatdariya berdest bike.

HEWLÊR

Li Hewlêrê mamoste, xebatkarên tenduristiyê û hemû karmendan xwestin ku hikûmet ji daxwazên wan re bibe bersiv. Çalakvan li gel hemû astengkirinan, êrîş û binçavkirinan jî li Parka Şanedarê hatin cem hev.

ÇEMÇEMAL

Li Çemçemalê ya Silêmanî xebatkarên Zanîngeha Çermo jî biryar standin ku tevlî çalakiyan bibin. Xebatkarên zanîngehê biryara boykotê dan.

Mamosteyê Zanîngeha Çermoyê Ferman Zahîr got: ‘’Êdî ti hêza xebatê ya mamoste û xebtkaran nema. Her ku diçe rewşa me ne baş dibe. Ev bi mehan e ku maeş nadin. Ji niha û pê de me biryara boykotê da. Heta ku em çareseriyê bibînin wê çalakiyên me bidomin.’’

PARÊZER BI HELWEST E

Her wiha parêzerên Başûrê Kurdistanê jî destek dane çalakiyan û dibêjin hem hikûmet mafan desteser dike û hem jî gendeliyê dike. Parêzeran got nedayina meaşan ne qedexe ye.