Li Başûrê Kurdistanê 953 kes di karantînayê de ne, 16 kes bi vîrûsê ne

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ya Federe, li gelemperiya herêmê 16 kesên bi vîrûsa Korona hatine tespîtkirin. Hate ragihandin ku nêzî hezar kes jî di karantînayê de ne.

Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzencî roja Sêşemê li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir, 2 kesên din ên bi vîrûsa Korona Covîd-19 hatine tespîtkirin.

Berzencî ragihand ku li tevahiya herêmê 16 kesên bi vîrûsê hatine tespîtkirin. Berzencî anî ziman, li 29 herêmên Başûrê Kurdistanê 3 hezar û 64 kes xistin karantînayê û 2 hezar û 111 ji wan piştî ku testa wan negatîf derket şandin malê.

Berzencî got, "Di nava 24 saetên dawî de ji 154 testan 2 kes bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Yek ji wan jî xwendekarekî 19 salî ye (...) yê din jî kesekî 64 salî ye."

Wezîrê Tenduristiyê diyar kir ku 953 kes hîn jî di karantînayê de ne.