Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê erdhej

Berî çend kêliyan li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê erdhej pêk hat.

Li gorî agahiyê ewilê, 1 kêlometre dûrî bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê û 10 kêlometre kûrî erdê, bi pileya 5,2 erdhejek pêk hatiye.

Erdhej li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê jî hate hîskirin.

Li gorî agahiyên xwecihî li Kerkûk, Pêncewîn, Helebçeya Nû û Derbedîxan jî erdhej hatiye hîskirin.

Li ser wêneyên ku di tevnên dijîtal de hatin parvekirin, li bajarokê Pêncewîn ziyanên ber avahiyan ketine hatine parvekirin.