Li Başûr, 503 namzet ji 26 lîsteyan tevlî hilbijartinê dibin

Li Başûrê Kurdistanê 503 namzetên parlamenteriyê ji bo bidestxistina 46 kursiyan tevlî hilbijartina parlamenta Iraqê dibin.

Hilbijartina parlamenta Iraqê wê 12'ê Gulanê bê kirin. Ji 14-15'ê Nîsanê û vir ve partiyên siyasî dest bi propaganda hilbijartinê kirine.

Li Başûrê Kurdistanê wê 503 namzet ji bo 46 kursiyên parlamenteriyê yên li parlamenta Iraqê tevlî hilbijartinê bibin.

Ji 503 namzetê li Başûr 146 jê jin in. Li gorî qanûnên Iraqê, herî kêm 25 ji sedî divê jin li meclîsa Iraqê bên temsîlkirin.

19 PARTÎ TEVLÎ HILBIJARTINÊ DIBIN

Li Silêmanî, Duhok û Hewlêrê wê 3 milyon û 144 hezar hilbijêr karibin roja 12'ê Gulanê dengê xwe bidin. Li Başûr 19 partî, 4 tifaq û 2 namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê dibin.

Li Silêmanî 211 namzetên ji 26 partî û lîsteyê wê ji bo 18 kursiyên li parlamentê tevlî hilbijartinê bibin. 16 namzetên ji partiya Emar Hekîm, 7 ji 9 namzetên partiya Heyder Ebadî namzetên Kurd in.

Li Hewlêrê wê 173 namzetên ji 27 partî û lîsteyan ji bo 16 kursiyan tevlî hilbijartinê bibin. Yek ji kursiyan wê radestî namzetên Xiristiyan bê kirin.

Li Duhokê wê 115 namzetên ji 24 partî û lîsteyan ji bo 12 kursiyan tevlî bibin. Yek ji parlamenterên ji Duhokê bê hilbijartin wê Xiristiyan be.