Li Basayê 2 kes hatin destgîrkirin

Li basayê yek jê şivanê ku lawirên xwe diçêrand û yek jî baxçeyê xwe diçandin 2 kes hatin destgîrkirin.

Li Gundê Bana yê Navçeya Basayê, leşkeran bi helikopteran herêm bombe kiribû û şer derketibû. Piştî şer leşkeran operasyona bejayî li herêmê lidar xist û gundê Bana dorpêç kirin.

Leşkeran duh 3 şêniyên gund Fikri Ozkan, Bav Haci Abdullah Ozkan û şivan Haci Savcun destgîrkiribû û piştî îfadeya wan girtin serbest berdan.

Dorpêça gund jî îro bi dawî kirin. Leşkeran dema destgîrkirî ji welatiyan pirsa “Hûn diçin çem çi karî dikin? Hûn çekan li kû vedişêirin? Hûn alîkariya kê dikin?" pirsî bûn. Leşkeran piştî dorpêç rakirin serê sibê jî şivanek û çotkarek destgîrkirin û birin Basayê.