Li Bane ji ber teqîna mayînê kolberek birîndar bû
Ji ber teqîna mayînê li ser sînorê bajarê Bane ciwanekî kolber bi giranî birîndar bû.
Ji ber teqîna mayînê li ser sînorê bajarê Bane ciwanekî kolber bi giranî birîndar bû.
Ciwanekê Kurd yê bi navê Arvîn Şoketî (18) ku xelkê Sahib ê girêdayî bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê ye dema li ser sînorê Henge Jal yê Bane kolberî dikir, mayînek yên ji şerê Îran û Iraqê li erazî bi cih manî diteqe.
Di encama teqîna mayînê de Arvînê ciwan ji lingê xwe bi giranî birîndar dibe.
Hat zanîn ku Arvîn rakirine nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Bane û li wir tê dermankirin.