Li Avaşînê gerîlayan Newroz pîroz kir

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Avaşînê Newroz bi rihê serfiraziyê ya Garê pîroz kirin.

Newroza 2021'an li eyaleta Avaşînê ya bi ser Qadên Parastinyê yên Medyayê ve bi coşiyeke zêde hate pîrozkirin. Gerîla li dora agirê Newrozê kom bûn, ji fermandarên HPG'ê Sîpan Rojhilat ji gerîlayan re axivî.

Rojhilat wiha got:

 ''Em bi moral û coşiya serfiraziya Garê Newroza 2021'an pîroz dikin. Berxwedan û serfiraziya ku li Garê li dijî operasyona artêşa Tirk derketî holê, reng û rihê Newroza 2021'an diyar kir. Em agirê Newrozê vê carê ji bo ku îsal bikin sala serfiraziyê û artêşa Tirk têk bibin pê dixin. Li çiyayên Kurdistanê, li zindana û hemû qadên ku têkoşîn lê dibe, gelê me û gerîla bi îdîaya ku azadiya Rêbertî pêk bîne, pêşwazî dike. Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi rihê Newrozê tevlî hemû çalakiyan bibin û îdîaya xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.''

Gerîlayan jî di axaftinên xwe de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedêrên zindanan û gel pîroz kirin.

Gerîlayên Zagrosê gotin Newroza 2021'an ji bo gerîlayan destpêka çalakiyan de, ew her Newrozê bi pêngavê pêşwazî dikin û gotin, ''Em ê bi rihê serfiraziyê yê Garê vê Newrozê serfiraz bikin.''

Gerîlayan berê sibehê dest bi pîrozkirina Newrozê kirin û heta derengiya şevê lîlandin, govend gerandin, dirûşm berz kirin û heta meşa azadiyê Newroz pîroz kirin.