Li Artûkluyê vekirina buroya hilbijartinê: Em ê faşîzmê têk bibin

Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê, li Taxa Îstasyonê ya Artûklûyê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirinê de wiha hate gotin: “Em ê bi serbilindiya dayikan, bi ser bilindiya gel di 14'ê Gulanê de vê faşîzmê têk bibin."

Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê, li Taxa Îstasyonê ya Artûklûyê buroya hilbijartinê vekir. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn û Necdet Îpekyuz û Cîgirê Serokatiya Giştî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Hasan Dagtekîn jî di nav de bi sedan kes tevlî vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroyê govend hat gerandin û dirûşme hatin berzkirin.

Piştî vekirinê Cigirê Serokatiya Giştî ya PSK'ê Hasan Dagtekîn axivî. Dagtekîn anî ziman ku ew ê bi Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd di hilbijartinêde daxwazên Kurdan bînin ziman û got ku ji bo Kurdî bibe zimanê fermî yê duduyan wê bitêkoşin. Dagtekîn destnîşan kir ku gel wê di 14'ê Gulanê de dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk û xwedî li vîna xwe dekreve û dawî li polîtîkayên zordestiyê bîne. 

Paşê Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn axivî. Tosûnê destnîşan kir ku ew ê di 14'ê Gulanê de desthilatê bişînin û got: "Çi dikin bila bikin em ê wan bişînin. Berê me behsa meseleya Kurdî dikir. Lê niha em behsa hemû pirsgirêkên gelan dikin. Meseleya azadiyê meseleya Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî û Elewiyan e û em ji bo hemûyan têdikoşin. Em ne bêçare ne. Gel li ber xwe dide. Gelê kurd li ber xwe dide. Serê gelê Kurd bilind e. Em ê bi serbilindiya dayikan, bi ser bilindiya gel di 14'ê Gulanê de vê faşîzmê têk bibin."