Li aqûbeta xebatkarên tendiristiyê pirsîn
Li Amedê û Êlihê çalakiyên windayan ji ber vîrûsa koronayê hate betalkirin. ÎHD'ê bi daxuyaniyeke niviskî li aqûbeta windayan pirsî.
Li Amedê û Êlihê çalakiyên windayan ji ber vîrûsa koronayê hate betalkirin. ÎHD'ê bi daxuyaniyeke niviskî li aqûbeta windayan pirsî.
Li Amed û Êlihê ji ber vîrûsa koronayê şaxên ÎHD’ê û xizmên windayan çalakiyên xwe heftane betal kirin. Şaxên ÎHD’ê daxuyaniyên nivîskî belav kirin û li aqûbeta xebatkarên tenduristiyê yên di salên 90’î de hatin windakirin pirsîn.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan bi boneya vîrûsa koronayê çalakiya xwe ya “Bila Winda bên dîtin û kujer werin darizandin” pêk neanî. Tevî betalkirina çalakiyê hat ragihandin jî polîs hatin ber avahiya ÎHD’ê û demek dirêj sekinînin.
Komîsyona Windayan a ÎHD’ê têkildarî hefteya 579’î a çalakiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir û bi boneya 14’ê Adarê Cejna Tibê ya Cîhanê li aqûbeta bijîşk û xebatkarên tenduristiyê di salên 1990’î de bi darê zorê hatin revandin û windakirin pirsî. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku winda werin dîtin û kujer bên darizandin.
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî çalakiya xwe ji ber vîrûsê betal kiribû û bi vê mebestê daxuyaniya nivîskî belav kir û hat destnîşankirin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.