Li aqûbeta Mehmet Veysî Sezer hate pirsîn

ÎHD'ê û xizmên windayan, li Amedê di çalakiyê de li aqûbeta Mehmet Veysî Sezer pirsîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan, bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar werin darizandin" çalakiya xwe ya rûniştinê vê hefteyê cara 444'an lidar xist. Çalakî li avahiya ÎHD'ê ya Amedê pêk hat.

Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Endam û rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan û aktîvîstên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn.

Beriya destpêkirina çalakiya rûniştinê Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê û Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî axivî.

Bîlîcî diyar kir, ku ew hemû dayikên di rêya lêgerîna li zarokên xwe yên winda de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Bîlîcî dayika Makbûle Babaoglû di vê çarçoveyê de bi bîr anî û got, "Bila serê me hemûyan sax be. Em vê sozê didin dayika Makbûle û hemû dayikên din: Bila çavên we li dû nemîne. Heta ku winda bên dîtin, ev têkoşîna parêzvanên mafên mirovan wê bidome."

Bîlîcî destnîşan kir, ku ji bo dîtina windayan û darizandina kiryaran bang li parezvanên mafên mirovan û têkoşerên demokrasiyê kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna dayikên windayan.

QALA ÇÎROKA MEHMET VEYSÎ SEZER HATE KIRIN

Piştî Bîlîcî rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Hasan Pekdogan peyivî û qala çîroka Mehmet Veysî Sezer kir.

Sezer sala 1993'an li navçeya Farqîn a Amedê ji aliyê Hîzbûllahê ve hatibû revandin û ji hingî ve agahî jê nehate girtin.

Piştî axaftinan, ji bo pênc deqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di dawiyê de jî xizmên windayan ji bo dayika Makbûle Babaoglû fatîha xwendin.